Siyasetmedarên jin ên Fransî: Li hember zayendparêziyê ‘Em êdî bêdeng nabin’
Li Fransayê ku heftaya bihurî bi skandalên destdirêjî û destavêtinên jinan ve behsa wê hate kirin, ji 17 wezîrên berê yên jin peyama, “em êdî bêdeng nabin” hatin.

17 siyasetmedar û wezîrên berê yên jin di rojnameya heftane ya Joûrnal dû Dîmanche ya ku roja Yekşemê tê weşandin de danezanek hevpar weşandin. Li hember destavêtin û destdirêjiya li cihê kar û cinsiyetparêziyan banga “bêdeng nebin” kirin.
Di danezana ku bi dirûşma ‘Êdî bêdeng nebin’ hate weşandin de hate diyarkirin ku di serî li hember kargeh û herêmên mêr desthilatdar in, li dijî cinsiyetparêziyê divê têkoşîn bê meşandin.
LI ŞÛNA KU JIN ‘LÊ RIKBÎNÊ’ DIVÊ NÊZÎKATIYÊN MÊRAN BÊN GUHERTIN
Di danezanê de hat destnîşankirin ku li warê siyasî û cihana karkirinê de divê nêzîkatiyên li hember jinan bên guhertin û wiha hat gotin: “Jin di van herêman de li şûna ku lê rikbînê, divê nêzîkatiyên mêr bên guhertin.”
Di danezanê de bal hat kişandin ku li dibistan, kargeh, kolan û qadên civakî de destdirêjî û destavêtina jinan hene. Hat diyarkirin ku divê jin bêdeng nebin û serî li dozgeriyê bidin.
Di binê danezanê de îmzeyên 17 wezîrên berê yên mîna Seroka ÎMF’ê Chrîstîne Lagarde, Wezîra berê ya Tendirûstiyê Roseylne Bachelot, Wezîra berê ya Çandê Aûrelîe Fîlîpettî, Wezîra Lojmanê ya berê Cecîle Dûflot hene.
Cîgirê Serokê Meclîsa Neteweyî ya Fransa Denîs Baûpîn, ji ber axaftinên xwe yên zayendparêzî û destdirêjiyê xwe ya li hember endama partiya Keskan û hevrêyên wan ên jin, neçar mabû ku ji partiyê îstifa bike. Endamê Partiya Sosyalîst (SP) û Wezîrê Maliyê Sapîn jî ji jinek rojnamevan lêborîn xwestibû.