Silêmaniyê ahenga 8’ê Adarê
Silêmaniyê ahenga 8’ê Adarê
Silêmaniyê ahenga 8’ê Adarê
Duh li Hola Saya ya Silêmaniyê bi beşdarbûna sedan jinan agehengek ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê hate li darxistin. Di ahengê de sînevîzyonek ji bo 3 jinên Kurd yên şoreşger hate pêşandan.
Duh li Hola Saya ya Silêmaniyê li gorî demjimêra herêmî 14.00’an de ji aliyê RJAK’ê ve ahenga 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê bi beşdarbûna sedan jinan hate li darxistin. Di ahengê de sînevîzyona ku ji bo 3’ê jinên Kurd yên şoreşger yên li Parîsê bi awayek hovane hatin qetilkirin jî hate nîşandan.
Di ahengê de endama Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) Seyran daxuyaniyek da. Seyran di daxuyaniya xwe de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Karker ên Cîhanê di serî de li mîmarê azadiya jin Rêber Apo û tevahiya jinên cîhanê pîrozkir, her wiha Seyran di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku, “me jinan berdêl û kedên bêhempa dane û pêwîste ku ji vir û pê ve jî ji bo ku em xwedî li berhemên xwe yên dîrokî derbikevin divê em tekoşîna xwe li her qadeke jiyanê bighînin lûtkeyê û got, em bi wesîleya vê rojê tevahiya jinên Kurd û jinên cîhanê pîrozdikin’’.
Di heman demê de Perwane endama Yeketiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK) jî daxuyanî da û got; “Em weke jin di rojên dîrokî de derbas dibin.” Perwane anî ziman ku, “ sedema tekonşîna jin gihaye vê astê Rêberê Gelê Kurd e ji lewma em vê rojê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan pîrozdikin, her wiha tevahiya jinên cîhanêjî pîroz dikin.” Perwane di dawiya axaftina xwe de got ku, misoger wê ev 8’ê Adarê bibe wesileya azadiya Rêber Apo û jin dê azad bibe.
Koma Solîn a Wargeha Şehîd Rûstem (Mexmûr) Koma Bêstûn bi stranên xwe aheng geşkirin. Aheng bi girêdana govenda jinan bidawî bû.