Seyr-î Mesel a deriyê wê hat mohrkirin: Ji bo me her der dik e

Di nav 370 komaleyan de ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de hat girtin Atolyeya Hunerê ya Seyr-î Mesel jî heye.

Di nav 370 komaleyan de ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de hat girtin Atolyeya Hunerê ya Seyr-î Mesel jî heye. Ji şanogerên Atolyeyê Nûrten Demîrbaş wiha got; “Ne cara yekem e ku Seyr-î Mesel li derveyî deriyan tê girtin. Tiştê ji bo şanoyê pêwîst azwerî ye. Dema li nav çar dîwaran azwerî biçe, şanogerî jî diçe. Dema azwerî hebe, her der dik e.”

Bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de gelek rojname, televîzyon, radyo, kovar, ajans û herî dawî jî komale hatin girtin û deriyê wan hatin mohrkirin. Yek ji van jî Atolyeya Hunerê ya Seyr-î Mesel e ku 15 sal in serbixwe xebat dikir. Şanogera Atolyeya Hunerê ya Seyr-î Mesel Nûrten Demîrbaş têkîldarî pêvajoya ku Tirkiye ketiyê nirxandin kirin.

 ‘TEVAHÎ RENGAN BI GEWRÊ BOYAX DIKIN’

Demîrbaş girtina Altoyeya Hunerê ya Seyr-î Mesel wek biryarek siyasî nirxand û got; “Tevahî deng û rengan bi gewrê boyax dikin. Êdî em dikarin li ser gotina ‘yek ol, yek Milet, yek dewletê’ gotina ‘yek zimanî’ jî zêde bikin. Xeta sor a Tirkiyeya nû ev e û mixabin em jî ji vê para xwe digrin.”

Demîrbaş got dema serdegirtin û girtin bihistîne xemgîn bûne, lê ecêmayî nemane û got; “desthilatdarî bi hêrsa xwe tevahî rayeyên xwe ji bo xirabiyê bi kar tîne, çi tê pêşiyê jî hewl dide hilweşîne.

 ‘EM TI CARÎ EWQASÎ AZWERÎ NEBIBÛN’

Nûrten Demîrtaş anî ziman ku di ferqê de ne ku wê Seyr-î Mesel ti carî di çar dîwaran de nemîne û wiha pê de çû; “Ne cara yekem e ku Seyr-î Mesel li derveyî deriyan tê girtin. Tiştê ji bo şanoyê pêwîst azwerî ye. Dema li nav çar dîwaran azwerî biçe, şanogerî jî diçe. Dema azwerî hebe, her der dik e. Wek Seyr-î Meselî, em ti carî ewqasî azwerî nebibûn.”