Sêyemîn salvegera şehadeta kedkara çapemeniyê Evîn Bûldan

"Ez tiştên hatine jiyîn bi kurdî vedibêjim, hûn bi tirkî. Lê Em neçarin zimanê Kurdî biparêzin. Ger em jî zimanê xwe neparêzin emê komkujî, wêranî, helandin û dagirkeriyê qebûl bikin."

Evîn Buldan di sala 1988’an de, dema Kurdên başûrê Kurdistanê ji ber zilma rejima Bees ya dagirker neçar dibin cih û warên xwe bicih dihêlin û ber bi bakûrê kurdistanê ve koçber dibin, li gundê Buryê yê girêdayî Oremar ya Geverê tê cîhanê. Evin hêjan di temenê zarokatiyê de çavê xwe li zor, zehmetî û koçberiyê vekir. Jiyana penaberiyê aha di wê dema jidayîkbûyî de ketiye stûyê wê.

Penaberiyê hêj di demê zarokatiyê xwe de xwe bi Evînê da naskirin. Belkî ew bi xwe penaber nebû lê belê penaberî li kêleka wê bû û raste rast bandora xwe li jiyana wê dikir.

Evîn bi malbata xwe re hêjan di temenê zaroktî de ji ber zext û givaşên dewleta dagirker ya Tirkiyê û sepandina cerdevaniyê, neçar dimîne ji gund koçî Geverê dibe. Evîn dema derbazî Geverê dibe temenê wê yek sale. Weke li gund li bajar jî xebatên Tevgera Azadiyê berdewam dikin û têkiliyên malbatê bi rêxistinê re didomin. Li bajar jî zext û givaşên dewleta dagirker ya Tirk li ser malbatê kêm nabin, berevajî wê zêde dibin. Di demên herî zêde dewleta Tirk êrişî tevgera azadiyê û gel dike de, zilm û zoriyek mezin tê kirin.

Ev dem jî tam demên serhildanê bakûrê Kurdistanê ne, pêla serhildana Cizîr û Nisêbîn giha Geverê jî. Dewleta dagirker bi hemû hêza xwe êrişî Geverê dike, weke din jî di wê demê de bi hezaran nivîskarên Kurd, rojnamevan, siyasetmedar û welatî ji aliyê tîmên veşartî yên dewleta Tirk ve tên revandin û înfazkirin. Her roj kurd dihatin girtin û windakirin.

Di sala 1994’an de mamê Evînê, Savaş Buldan li navçeyek ya Stenbolê ji aliyê tîmên veşartî yên dewleta Tirk ve li gel du hevalên xwe tên revandin û piştre tên şehîdkirin. Êdî rêya penaberiyê careke din li Evînê peyda dibe û malbat neçar dibe, yek yek ber bi aliyekê ve diçe.

Evîn jî bi malbata xwe re di sala 1994’an de ji Geverê berê xwe didin başûrê Kurdistanê. Rêwiya wan ya ber bi başûr ve 13 rojan berdewam dike. Geh bi wesayîtan û geh jî bilingan dimeşin. Evîn di temenek biçûk de ji warê xwe dûr dikeve û berê xwe dide penaberiyê.

Evîn li gel malbata xwe piştî rêwîtiyek zor û zehmet ya 13 rojan digehe başûrê Kurdistan û ji wê derê jî derbazî kampa Geliyê Qiyametê ya di bin serweriya Netewên Yekbûyî de dibe. Evînê bi gelê Wargehê re zêdetirî 8 kampan diguhere û li gel hemû şertên zehmet yên penaberiyê, hêzên herêmî jî zextên xwe zêde dikin û Evîn weke her zarokek yê Wargehê di temenek biçûk de êş û derdan nas dike. Bêgûman li gel girtin, kuştin, îşkence, birçîtî, zorî û zehmetiyan jî têkoşîn û berxwedanek pir mezin hat dayîn.

Evîn ew têkoşîn, xweragirî û serhildêriya xwe ji Tevgera Azadî û gelê wargehê yê berxwedêr digire. Hemû kesayeta xwe û jiyana xwe li gorî vê saz dike û birêkûpêk dike. Birayê Evînê Şehîd Cîlo piştî komploya navdewletî ya li dijî Rêber Apo di sala 1999’an de tevlî refên gerîla dibe û bitaybet şehîdbûna Şehîd Cîlo sala 2005’an ev jibo Evînê dibe duriyana guhertina jiyana wê.

Belkî yek ji xalên herî bandor li ser kesayeta Evînê kiriye û piştî Şehîd Cîlo biryara xwe ya mezinkirina têkoşînê û pêkanîna xeyalên şehîdan dide jî şehîdbûna Şehîd Cîlo ye. Êdî Evîn şehîd Cîlo radike dixe nava dilê xwe û li cihê Wî hêlaye, ew berdewam dike. Belkî bi şêwazê Şehîd Cîlo nîne, lê bi şêwazek din hewil dide xeyalên nîvçe mane bigehîne armancê. Evîn di rojnivîsa xwe de li ser Şahadeta Şehîd Cîlo wiha dibêje, ‘Şahadeta Cîlo ez xistim nava lêgerîna jiyanê. Bi vê lêgerînê min dît kû ya mirovan li ser lingan dihêle, hevaltiye. Ji ber kû şehîd Cîlo jî jibo hevalên xwe canê xwe feda kir. Ev cangorî û rûkeniya wî ya jibo hevaltî jiyanê, jiyana min guhert. Deriyek nû vekir. Biryardariya min û têkoşîna min ya azadiyê xurt kir.’

Dîsan di heman rojnivîsa xwe de dibêje, ‘Bi têkoşîn û berxwedana Rêbertiyê û canfedayiya Şehîdan em xwediyê mîrasek gelek dewlemend, dîrokî û biwate ne. Eger em bi vê hişmendiyê tevger bikin, tişta em bisernexin û bidest nexin tuneye. Ji ber kû yên rê nîşanî me dane, ev mîrasên me ne. Di kûrahî de hîskirina van nirxan, di heman demê de di kûrahî de hîskirina hevaltiyê ye.’

Evîn piştî bi zimanê xwe yê zikmakî li wargehê dibistana Amedeyî dixwîne û derbazî zanîngeha Selahedîn ya Hewlêr dibe, li vê derê beşa Radyo û Televîzyon xilas dike û di sala 2011’an de bidildarî dixwaze vegere bakûrê Kurdistanê û li bajarê Amedê mil bide milê kedkarên çapemeniya azad û çi heqîqetan li tarîtiyê nehêle.

Li rexmî hemû zor û zehmetiyên Evînê li gel gelê Wargehê kişandine, çi carî ji xwe re nekir bar û nedanî ser milê xwe. Hertim dibe cihê keyfxweşî, coş û moralê. Hertim karê xwe jî bi wî awayî dike. Ji malbat, heval, hevalên xebatê û derdora xwe re dibe çavkaniya moralê.

Evîn di hevpeyvînek xwe de li ser girîngiya ziman wiha dibêje, ‘Ez tiştên hatine jiyîn bi kurdî vedibêjim, hûn bi tirkî. Lê Em neçarin zimanê Kurdî biparêzin. Ger em jî zimanê xwe neparêzin emê komkujî, wêranî, helandin û dagirkeriyê qebûl bikin.”

Dîsan di hevpeyvînek xwe ya din de li ser Çapemeniya Azad wiha dibêje, “Gurbetelliyê ji rojnamevanên jin yên Kurd re mîrateyek mezin hêla. Gurbetelliyê di rojên zehmet de têkoşîn çawa tê dayîn nîşanê me da. Gurbetelliyê dîsa nîşanê me da kû rastî di taritiyê de namînin û têkoşîna mezin çawa tê dayîn nîşan da. Emê pênûsa wê li erdê nehêlin. Bajar, gund û xaniyên Kurdan tên bombebarankirin, mirov tên qetilkirin, îşkencekirin. Jinên Kurd tên tazîkirin û teşîrkirin, ziman, nasname çanda Kurd tê tunekirin. Çapemeniya muxalif tê bêdengkirin. Gurbetelliyê ji wê demê heta niha çawa kevneşopiya çapemeniyê anî, em jî dê têkoşîna wan bimeşînin û rastiyan derxînin holê. Çi hêz wê li pêş pênûsa heqîqetê nebe asteng.”