Şervanên YPJ'ê: Şoreşa Rojava bû şoreşa hemû gelan

Şervanên YPJ'ê, di salvegera 4. de Şoreşa Rojava nirxandin û diyar kirin, Şoreşa Rojava bûye şoreşa hemû gelan.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ên ji ANF'ê re axivîn gotin, Şoreşa Rojava bûye şoreş ahemû gelan û destnîşan kir, Şoreşa Rojava ji bo yekîtiya Kurdan destketiyên girîng afirandiye. Şervanên YPJ'ê dan zanîn, Şoreşa Rojava nîşan daye ku jiyana azad ancax li welatekî azad pêk were.

Avaşîn Kobanê, şehîdên hêja yên bi rêbaza fedayî bûn wesîle ji Şoreşa Rojava re silav kir û diyar kir, ku ew ê timî bi bîranînên şehîdan re dilsoz bin.

Avaşîn Kobanê got, "Ev destketiyên bi berxwedaneke mezin hatin bidestxistin, rêbaza fedayî ya Şoreşa Rojava û ruhê Berxwedana Kobanê ya Efsaneyî nîşan dane" û destnîşan kir, ku di rojên Serokkomarê TC Tayyîp Erdogan ji bo Kobanê digot "li ber têkçûnê ye" de, weke hêzên YPG/YPJ'ê wan tevî mirovên ji gel û baweriyên cuda berxwedaneke mezin kirine û di encamê de Kobanê bi ser ketiye.

Avaşîn Kobanê ragihand, gelê li Bakurê Kurdistanê bi rojan li ser sînor li ber xwe da û bi gelek çalakiyan bû çavkaniya jiyanê ji berxwedana Kobanê re û got, "Sedemeke din a bi ser ketina Kobanê, fedayîtiya ciwanên Bakurê Kurdistanê ye."

Avaşîn Kobanê da zanîn, serketina Girê Spî jî destketiyên li Rojava mezintir kiriye û ragihand, çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Rojava dikin ji aliyê dewleta Tirk, hikûmeta AKP'ê û gelek hêzên derve ve tên destekkirin.

ŞOREŞA ROJAVA DEWAMA RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ YE

Şervana YPJ'ê Hesret Xebat jî da xuyakirin, ku tevî hemû dijberî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û hêzên paşverû, Şoreşa Rojava pêk hatiye û ragihand, van hêzan xwestine Kurdan li Rojava bê vîn bikin.

Hesret Xebat da zanîn, gelek komkujî bi serê gelên Rojava ve hatine û hînê jî hewl tê dayîn bên qetilkirin û bal kişand ser berxwedana mezin a YPG/YPJ'ê ya li dijî van hêzan.

Hesret Xebat got, "Şoreşa Rojava dewama ruhê Kemalan, Xeyriyan ên di 14'ê Tîrmeha 1982'an de li zîndana Amedê bi rojiya mirinê ya mezin ve serî li ber dijmin netewandiye" û destnîşan kir, ev her du ruh, yek in.

Hesret Xebat diyar kir, êrîşên çeteyan ên li hemberî Rojava hînê dewam dikin û anî ziman, YPG/YPJ bi berxwedana xwe ya li dijî her êrîşê, serketinên girîng bi dest dixin.

Hesret Xebat got, "Weke şervaneke YPJ'ê ez vê berxwedanê û van serketinan careke din silav dikim" û ragihand, berxwedana tê kirin û serketinên hatine bidestxistin nîşan didin, ku Kurd êdî li Rojavayê Kurdistanê vîneke mezin e û veguheriye gelekî dikare xwe biparêze

Hesret Xebat destnîşan kir, ku ev vîn vîna Şehîd Zehrayan, Şehîd Arînan e û bi wesîleya salvegera Şoreşa rojava ya 19'ê Tîrmehê, ji hemû hêzên YPG û YPJ'ê re serketin xwest.

ŞOREŞA ROJAVA BI PÊŞENGIYA JINÊ PÊK HAT

Şervaneke din a YPJ'ê Sarya Kobanê jî bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava ji bo tevahiya cîhanê û destnîşan kir, 19'ê Tîrmehê ji bo hemû gelan rojeke pîroz e.

Kobanê işaret bi desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ, El Nûsra, û Ehrar El Şam kir û da zanîn, dewleta Tirk bi êrîşa bi destê çeteyan a li hemberî Kobanê re şerekı mezin ê psîlojîk meşand û xwest vîna Kurdan bi temamî bişikîne. Kobanê destnîşan kir, berxwedana Kobanê hemû hewldanên dewleta Tirk ên di vî warî de pûç kir.

Sarya Kobanê ragihand, Şoreşa Rojava nîşan daye ku jiyana azad ancax li welatekî azad be û anî zimani Şoreşa Rojava cîhaneke ku hemû gel, ziman û ol bi hev re lê bijîn, nîşan daye.

Sarya Kobanê destnîşan kir, ku di her gava Şoreşa Rojava de rola jinê gelekî girîng e û diyar kir, di şexsê Şehîd Arîn de berxwedêriya jina Kurd xwe nîşan daye û veguheriye sembola berxwedanê ya jinê.

...