Serhildana Mahabedê li Rûsyayê hat silavkirin

Saziyên Kurd ên li Moskowê, ji bo dîtina kujerên Xosrewanî û destekkirina çalakiyên demokratîk ên gelê Mahabadê, civîneke çapepemeniyê lidar xistin.

Saziyên Kurd ên li Moskowê, ji bo dîtina kujerên Xosrewanî û destekkirina çalakiyên demokratîk ên gelê Mahabadê, civîneke çapepemeniyê lidar xistin. Di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de bang li rejîma Îranê hat kirin ku dest ji 'polîtîkayên înkar û tecawizkariyê' berde. Her wiha hat xwestin ku serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê bên destekkirin.

Li paytexta Rûsya Moskowê, bi armanca dîtin û darizandina kujerên Ferînaz Xosrewanî saziyên Kurd li ber avahiya Mala Kurdan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê endama Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowê-Viyan Rozerîn Dogan ve hat xwendin.

'RAPERÎNA LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN ÎRANÊ'

Dogan da xuyakirin ku helwesta Ferînaz Xosrewanî ya ji bo teslîm nebe dawî li jiyana xwe anî, raperîna li hemberî înkar û çanda tecawizê ye û got, "Ferînaz bi bi sekna jina Kurd a esîl re serî li ber çanda tecawizê netewand û lîstikên qirêj deşîfre kir. Gelê Kurd ti carî bêrûmetî û înkar qebûl nekiriye û li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî yên biçûkxistinê ti carî bêdeng nemûye, bêdeng namîne. Kurdên li çar aliyên cîhanê, vê sekna bi rûmet a Ferînaz û sekna raperîner û xwedîderketinê ya gelê Mahabadê silav û destek dike."

'DIVÊ DESTEK JI SERHILDANAN RE WERE DAYÎN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serhlidanên li Mahabad û bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê belav bûn nîşenaya sekna bi rûmet a gelê Kurd e û ev bang hat kiriN: "Pêwîste her Kurd destekê bide van serhildanan û tevlî wan bibe. Ji bo Kurdan roj roja şeref û namûsê ye."

Di dewama daxuyaniyê de li ser navê saziyên Kurd ên li Rûsyayê bang hat kirin tavilê kujerên Ferînaz Xosrewanî werin dîtin û aht gotin, "Em serhildanên gelê Kurd silav dikin û bang li tevahiya Kurdan dikin ku xwedî li serhildana Mahabadê derkevin."

...