Serhat: Em bi Zîlanbûnê bersivê bidin tecrîdê

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û destnîşan kir, ku divê bersiva li tecrîdê, Zîlanbûn û têkoşîn be.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhat, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û destnîşan kir, ku divê bersiva li tecrîdê, Zîlanbûn û têkoşîn be. Serhat, çalakiya Zîlan, ji ANF'ê re nirxand.

Serhat da xuyakirin, Zîlan bi pêşengî û çalakiya xwe ve dest li rêveçûna dîrokê werda ye û bi kesayetiya xwe ya dîrokî ve dîrok nivîsandiye. Serhat destnîşan kir, Zîlan di nava tevgera azadiya jinê û têkoşîna PKK'ê de bûye destpêka serdemeke nû.

Serhat diyar kir, çalakiya Zîlan tevî aliyê xwe yê leşkerî û siyasî, di heman demê de teqînek îdeolojîk a li dijî dijmin e û got, "Li hemberî êrîşên li dijî felsefeya jiyanê ya PKK'ê, bersiva herî mezin e. Lewma, hevrê Zîlan nîşaneya hemû pîvanên jiyana azad e. Plana dijmin a ji bo tinekirina Rêberê me pûç kir û armancên ji bo fetisandina tevgera me û bêbandorkirina gelê me, tevizand. Çalakiya hevrê Zîlan dewlet û artêşa Tirk hejand, li Tirkiye, herêm û qada navneteweyî bû rojev, bal kişand ser tevgera me ya azadiyê û rê li ber pêş ve çûna azadiya jinê vekiriye."

ZÎLANBÛN VEGUHERIYE NÎŞANEYA MILÎTANIYA APOYÎ

Ronahî Serhat da zanîn, ku dewleta Tirk her çend hewl da armanca çalakiyê berevajî bike jî nekariye pêşketina li nava fedayîtiya Apoyî veşêre, jê nehatiye nehêle ev xet reh berde nava civakê û got, "Ev yek, ji taybetmendiyeke milîtaniya Apoyî jî wêdetir veguheriye xeteke têkoşînê, vîn û ruhê berxwedanê yê civakî. Di encama vê de li Rojava, Şengal, Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, li gelemperiya Rojhilata Navîn şoreşa jinê, şoreşa gel a demokratîk pêk tên. Bêguman eger bi danehevî, çand, tecrûbe û pêşengiya bîrdoziya rizgariya jinê ve pêşengî nehatibûya kirin, wê pêşketinek di vî warî de rû neda. Vê yekê ne tenê bandor li jinê kiriye, di heman demê de bandorek kûr li tevahiya civakê û mêr jî kiriye. Zîlanbûn veguheriye nîşaneya milîtaniya Apoyî."

LI DIJÎ TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ, ZÎLANBÛN DIVÊ

Ronahî Serhat bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalaiya Zîlan weke pîvanek, weke ya destpêkê û ya dawî pênase kiriye û got, "Hevrê Zinar û Doga, rastiya Zîlanbûnê zêde kirine. Hevrêyên me Zinar û Doga li dijî siyaseta qirkirin û komkujiyê ya hikûmeta AKP'ê ya faşîst a li Cizîr, Sûr, Şirnexê, ji bo qedandina polîtîkaya rizandinê, di oxira jiyana azad de çalakiya fedayî pêk anîn."

Serhat diyar kir, dewleta Tirk li Rojava û Bakurê Kurdistanê sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê dike û ragihand, ji 5'ê Hezîrana 2015'an û vir ve ew ti agahiyan ji Rêberê xwe nikaribin bigirin.

Serhat destnîşan kir, divê bersiva li hemberî vê yekê Zîlanbûn be û got, "Mîna hevrê Zinar, Doga û bi sedan hevrêyên gihîştin şehadetê, jiyana mîna wan bedew be. Divê bersiv şerê mîna wan be. Dewleta Tirk, şerê tinekirin û wehşetê, bi her rê û rêbazê dimeşîne. Lê belê mehkûmî bêçaretiyê ye. Me soz dane hevrêyên xwe, ku di serdemên bi vî rengî yên têkoşîna dîrokî de em ê ji şoreşê re bibin pêşeng. Meşa li ser van lehengan, erk û wezîfeya hemû mirovên welatparêz, jin, ciwan û tevahiya civakê ye. Şehîdên me yên ji bo parastina gel û Rêbertî xwe feda kirine, çavkaniya me ya herî mezin a moralê ye. Bi rastiya gel a li nava doza pîroz a azadiyê ve berfirehkirina xeta parastinê ya li deşt û çiyê, xurtkirina xweparastinê, mezinkirina hêzên xweparastinê û gerîla, erka bingehîn a demê ye."

TI KES NIKARE PÊŞÎ LI VÎNA MÎLYONAN BIGIRE

Ronahî Serhat ragihand, dewleta Tirk mîna DAIŞ'ê bi rengekî wehşî êrîşî gel dike, dixwaze vînê bişikîne û teslîm bigire û got, "Ji xwe ya ku DAIŞ'ê dide şerkirin û perwerde dike AKP bi xwe ye. DAIŞ a li Rojava têk çû, AKP a têkçûyî ye. AKP wê li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê têk biçe. Bi tank, top û balafirên xwe nikare encamê bigire. Ti kes nikare pêşî li vîna mîlyonan mirovên ji bo Rêberê xwe rabûne ser piyan bigire. Dem dema fedekarî, bi fedekariyê ve mezinkirina têkoşînê, afirandina qadên azad, azadkirina rêbertî û avakirina xweseriya demokratîk e."