'Sema xwe ji xweliyên agirê Newrozê ji nû ve afirandin'
Endama Meclîsa PAJK'ê Serhat ji bo Sema Yuce got, "Di şerê li nava çar dîwaran ê di kesayetiya xwe de, wê şerê bi hezaran salan hîs kir. Û di nava kêliyê de xwe ji nû ve afirandin."
Endama Meclîsa PAJK'ê Serhat ji bo Sema Yuce got, "Di şerê li nava çar dîwaran ê di kesayetiya xwe de, wê şerê bi hezaran salan hîs kir. Û di nava kêliyê de xwe ji nû ve afirandin."
Di salvegera 18. a çalakiya Sema Yuce de, ku li zîndana Çanakkaleyê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Berfîn Serhat ji ANF'ê re axivî.
Serhat got, "Zîndan ji bo me, ji Mazlûman heta Xeyrî û Kemal Pîran bi şiyara 'Berxwedan Jiyan e' veguheriye keleha berxwedanê" û di dema pêkhatina çalakiya Sema Yuce de qala şert û mercên zîndanê kir: "Di sala 1997'an de kadroyên têkoşîna azadiyê û mirovên welatparêz gelekî dihatin girtin. Bi hezaran Kurd hatibûn girtin. Tevî vê yekê jî zîndan di dîroka tevgera azadiyê de timî bûye keleha berxwedanê. Jİ ber vê yekê, Di salên 1997-98'an de li hemberî zîndanê konsepeke êrîşan am ezin hat meşandin. Dijmin teslîmiyet ferz dikir, dixwest rê li ber xiyanetê veke û vê keleha berxwedanê bêparastinê bihêle. Li hemberî vê rewşê, Sema Yuce got, 'Ya ku li zîndanê hewl tê dayîn bê kirin, ne tenê teslîmgirtina beden e. Di heman demê de dîlgirtina ruh û mejî ye'. Bi vê tespîta xwe ve armanca vê polîtîkayê raxist pêş çavan. Û li dijî van polîtîkayên dijmin, di şexsê xwe de vîn, hişmendî û çalakiyeke mezin a azadiyê afirand. Di şerê li nava çar dîwaran ê di kesayetiya xwe de, wê şerê bi hezaran salan hîs kir."
XWE JI NAVA XWELIYÊN AGIRÊ NEWROZÊ JI NÛ VE AFIRAND
Serhat bal kişand ser çalakiya Sema Yuce û got, "Wê bi çalakiya xwe ve, ji 8'ê Adarê heta 21'ê Adarê, bi bedena xwe hem bû pirek ji agir, hem jî hevgirtina 8'ê Adarê roja vejîna jinê û Newozê rojê vejîna gelan, derxist holê. Û ji nava xwediyên agirê Newrozê xwe ji nû ve afirand."
Serhat destnîşan kir, Sema Yuce bi çalakiya xwe ve bersiv daye pirsa 'divê jin çawa bijî' û got, "Bi çalakiya xwe ya di wê kêliyê de lidar xist, kesayetî da me. Li dijî tesfiyeya navxweyî ya li zîndanê, bi gotina 'çawa ku li ezmanan cihê du rojan nîne, tercîha du jiyanan jî nabe' pîvanên milîtanên azad ên jinê destnîşan kir." Serhat got, "Sema ji bo me Xwedawenda xwe di nava kêliyê de afirandiye."
AGIRÊ JI ALIYÊ SEMA VE HAT DADAN, ÎRO HÊ GEŞ E
Berfîn Serhat diyar kir, ji Sema Yuceyan heta roja îro, çalakiyên lêgerînerên rastiyê agirê Newrozê geş dike û got, "Çalakiya hevala Sema hê ji bo me derbasdar e. Ji ber ku hevala Sema bi çalakiya xwe ve dil û mejiyê me zelal kir. Vê zelaliyê, meşa me ya îro afirand. Agirê ji aliyê Semayan ve li zîndanê hat dadan îro bi bahozan, bi Dijwaran, bi Jînan û bi Jiyanan hê geştir dibe."
Serhat işaret bi berxwedana li qadên xwerêveberiyê kir û da zanîn, jin û mêrên li ber xwe didin, li şser şopa berxwedanê ya Semayan e û ragihand, li ser mîrateya wê îro li kolanan agirê Newrozê tê dadan.
Serhat got, "Çawa ku Semayan ji xweliyên xwe xwe ji nû ve afirandin, em ê jî bi avakirina Şoreşa Xwerêveberiya Demokratîk ve meşaleya rastiyê bi bexwedanê vêxin."