Sema Amed: Jineolojî zanisteke jiyan û civakê ye

Endama Komîteya Jineolojiyê Sema Amed têkildarî armanca jineolojiyê got ku jineolojî di heman demê de zanisteke jiyan û civakê ye û her kes dikare xwe têde bibîne.

Endama Komîteya Jineolojiyê Sema Amed têkildarî armanca jineolojiyê got ku jineolojî di heman demê de zanisteke jiyan û civakê ye û her kes dikare xwe têde bibîne.

Endama Komîteya Jineolojiyê Sema Amed têkildarî armanc û xebatên jineolojî û piştî Yekemîn Konferansa Jineolojiyê ya di navbera 11-15’ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medya xebatên hatine kirin ji ANF’ê re nirxand.

Endama Komîteya Jineolojî Sema Amed diyar kir jineolojî sala 2008’an ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan hatiye pêşniyarkirin û got: “Di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê di nava wan erkên entelektuelî de, Rêbertî ji bo me li ser pêwîstiyekê pêşniyar kir. Ew jî pêwîstiyeke çawa bû, di alema zanistê de heta niha gelek lojî hene û hebûn jî lê wexta ku me dinêrî ev lojî her yek bi tenê beşeke heqîqeta civakê û mirov digirt dest û dinirxand. Yanî bi ti awayî nedigihişt heqîqeta tevahîbûna jiyanê yan jî em bibêjin civakê û dîsa Rêbertiya me diyar kir û got ku li ser pedagojiyê, li ser eskatolojiyê li ser her tiştî lojiyekê yanî beşa zanistê heye. Lê çima yek li ser jinê tine ye. Li ser vê nêrînê ji me re jineolojiyê pêşniyar kir. Niha jî jineolojî bi kurtasî zanista jin jiyan û civakê ye. Yanî ew zanista ku bi nêrîna jinê bi taybetî di zanistên civakî de sererastkirinekê bide çêkirin. Wek zanistek a jinê mirov dikare bi vî rengî bi kurtasî pênase bike.”

‘DESTPÊKÊ BI KOMEK HEVAL BI YEKEYEKÊ ME DEST BI XEBATAN KIR’

Amed da xuyakirin ku xebata jineolojiyê destpêkê bi komek heval re, bi yekeyekê hat rêxistinkirin û wiha axivî: “Vê komê dest bi xebatên xwe yên lêkolîn û lêhûrbûnê kir. Heta astekê berhemên vê xebatê jî hebûn. Bi taybetî jî li ser xwezaya jinê, li ser zanistên civakî yên weke sosyolojî, psîkolojî, dîrok û felsefeyê lêkolîn û lêhûrbûn çêbûn. Piştre wek komîte me xwe bi rêxistin kir û me dest bi dersan kir. Êdî li gorî lêkolîn û lêhûrbûnên me kirin, me di qadê de dersên jineolojiyê dan. Di dibistan, akademiyan de dersên jineolojiyê hatin dayîn. Pêre jî berhemdayînê berdewam kir. Broşûr derketin xebatên wek pirtûk derketin, mîna di exlaqê azadiyê de ceribandinên li ser jineolojiyê çêbûn. Di vê navberê de du konferans hatin li darxistin. Yek ji wan li Ewropa, yek jî li qada Başûr konferansên me hatin li darxistin. Di konferansa li Ewropayê de bi rastî jî bandoreke pir erênî çêkir. Bi taybetî fikra jineolojiyê û Tevgera Azadiya Kurdistan a jin di qada navneteweyî de zêdetir hat nasandin. Em dikarin bêjin jineolojî di wê konferansê de deng veda. Ji aliyê beşên cuda yên tevgerên jin ên cîhanê ve hat pêşwazîkirin. Qet nebe em bêjin hat nasandin. Di ya Başûr de jî ku di sala 2012’an de hat lidarxistin em dikarin bêjin heman bandor jî çêkir. Bi taybetî ji bo qada Başûrê Kurdistanê. Piştre xebatên me bi awayê pir zêde hatin meşandin. Heta ku em hatin gihiştin konferansa xwe ya yekemîn a li çiyayan hat lidarxistin.

‘BALA ME ZÊDETIR LI SER ZANISTÊN CIVAKÎ BÛN’

Bi rastî jî zêdetir bala me, lêkolînên me, nîqaşên me li ser çi bûn? Li ser zanistên civakî bûn, ji ber ku zanistên civakî çareseriyên ku ji civakê re pêşniyar dikirin. Yanî bi vî awayî civak ber bi azadiyê ve nedibirin. Berevajiyê vê dahûrandinên dikirin, tespîtên dikirin rê li ber qirkirina civakê vedikir. Di şexsê jinê de qirkirina civakê yanî bi taybetî jî qirkirina jinê bi xwe re dianî. Niha ji bo ku di van de sererastkirinek çêbibe, bi rastî jî pir lêkolînên me çêbûn. Bi taybetî di qada sosyolojiyê de. Ji ber ku sosyolojiya Navend-Rojava yan jî em bêjin Navend-Ewropa tenê civaka Ewropa dadihûrand yan jî analîz dikir, tehlîl dikir. Lê der barê civakên cîhanê bi taybetî der barê civaka Rojhilata Navîn de tespîtên wê hem berevajî bûn, hem bi rengeke oryantalîst bûn, hem jî wek me di serî de jî diyarkir ji heqîqeta jinê, ji heqîqeta civakê dûr bû. Niha di vê sosyolojiyê de jin bi ti awayî li ber çavan nayê girtin. Jiyana jinê, civaka jinê, civakîbûna jinê hem li ber çav nayê girtin, hem jî analîzên ku ev civak û civakîbûn tê belavkirin, tê parvekirin. Bi vî rengî heya konferansê xebatên me berdewam kir.”

‘KONFERANS LI SER KÎJAN PÊWÎSTIYAN DERKET?’

Amed têkildarî armanc û pêwîstiya konferansê wiha axivî: “Konferans li ser kîjan pêwîstiyê derket? Piştî heft salan me pêwîstî dît ku em xebatên xwe ji nû ve li ber çavan re derbas bikin. Bi qadên din re parve bikin û ji nîqaşê re jî vekin. Bi vê mebestê em çûn konferansê, konferanseke yekemîn bû ku li çiyayên azad ê Herêmên Parastinê yên Medya dihat lidarxistin. Bi tevlîbûna gelek hevalên ji gelek qadan hat lidarxistin. Pênc rojan berdewam kir.

‘KONFERANSA ME 5 ROJAN BI DEWAM KIR’

Di navbera 11 û 15’ê Gulanê de pênc rojan berdewam kir. Bi rastî jî nîqaşên pir xurt hatin meşandin. Xebatên heta niha di bin banê jineolojiyê de hatibûn kirin wek rapor ji bo konferansê hatibûn pêşkêşkirin. Ya din perspektîfên Rêbertî yên der barê jineolojiyê de hatibûn kirin ji konferansê re hatin pêşkêşkirin. Wek rojeveke din dîsa pirtûkeke din ji aliyê Komîteya jineolojiyê ve hatibû amadekirin, wek destpêkek ji bo jineolojiyê bi delegasyonê re hat parvekirin, hat xwendin. Nîqaş li ser van hatin meşandin. Me gotibû nîqaş bi rastî jî bi awayek pir xurt berdewam kirin. Ji ber ku her delegasyoneke hatibû tevlî vê konferansê bibûn, her yek ji parçeyekî yê vê zanistê bi xwe bû. Her yek ji qadeke xebatê dihat. Her ji van di fiîliyatê de jî di avakirina vê zanistê de cih girtibûn. Yanî em bi kurtasî dikarin bêjin paşerojek xwe hebû. Her yek şervanek azadiyê, her yek jî têkoşerek azadiyê bû. Ji ber vê yekê jî hê jiyanî, şênber û bi awayekî gurûgeş karîbûn tevlî nîqaşan bibin. Niha nîqaşên li ser van esasan hatine pêşxistin em dikarin bêjin piranî di warê hevjiyana azad de hatin kirin. Ji ber ku Rêbertiya me dibêje; ‘Hevjiyana azad ew zanist, ew qada ku divê destpêkê lêkolîna wê were kirin. Wek qadeke wiha ji me re diyar dike.

‘RÊGEZÊN RÊBERTÎ DIYAR KIRIBÛ HATIN DESTGIRTIN’

Em bala xwe didinê bi rastî jî hevjiyana azad bingeha jiyanê ava dike, bingeha civakê ava dike, qadek wihaye ku wexta di wê qadê de lihevkirin hebe, qada azadî lê pêk bê ye. Di civakê de jî hema bibêje pirsgirêk nayên. Lê wexta ku qada hevjiyana azad di navbera mêr û jin de rû didin bi pirsgirêk be, jixwe di halê hazir de wiha ye. Bi desthilatiya aliyekî li ser aliyê din dimeşe, wê çaxê çi dibe? Civak tim bi aloz, tim bi krîz û di encam de bi qirkirinan jî berdewam dike. Tespîtên li ser vê hatin kirin, pêşniyarên li ser vê hatin kirin. Ev qad çawa dikare were sererastkirin, exlaqekî azadiyê yê çawa pêwîst dike ku jin û mêr bikarin li gorî vê tevlî vê jiyanê bibin û rêgezên ku Rêbertî ji bo vê qadê diyar kiribû ji bo hevjiyana azad diyar kiribû hatin niqaşkirin. Ya din mijara demografiyê mijarek bû ku zêde li ser hat nîqaşkirin, di nava rojevên konferansê de, ji ber ku dema em dinêrin bi zanista demografyayê bi rastî jî desthilatdar polîtîkayên xwe yên pir bingehîn bi ziravî di nava civakê de didin meşandin. Bi rengekî ku ew pêwîstiya desthilatdariya ya bi mirovan, bi taybetî bi leşkeran, bi karkerên erzan heyî bi rêya vê polîtîkayê bi dest dixin û yekser mudaxaleyî malbatê dikin, lê ya rastî yekser mudaxaleyî jinê bi xwe dikin. Ji ber ku demografya wek zanisteke nifûsê mijarên wê mirin, zayîn, koçberî û zewac in.”

‘NÎQAŞ LI SER RAKIRINA TARÎTIYA LI SER JINÊ HATIN KIRIN’

Amed di dewama axaftina xwe de got ku desthilatdarî dizane sererastkirineke li gorî xwe ya di vê qadê de bike. Ew ê bikare li gorî vê sererastkirinê civaka ku bixwaze bi awayekî endazyariya civakî ava bike û bixe xizmeta berjewendiyê xwe, bixe xizmeta plansaziyên xwe yên desthilatdariyê. Amed got: “Nîqaş li ser vê gelek hatin meşandin. Em ê bi çi rengî vê qada demografyayê lêkolîn bikin, em ê çawa bikarin bi civakê bidin nasandin ku civak bikare di zarok anînê de bi taybet vîna jinê esas bigire, îradeya jinê esas bigire û li gorî vê nêzîkê vê xalê bibe. Li ser vê jî nîqaş pir gurûgeş hatin kirin. Dîsa li ser dîrokê, bi taybetî li ser dîroka jinê hat sekinandin. Ji ber ku wexta em li dîroka jinê dinêrin bi rastî jî tenê dîroka desthilatdaran, tenê dîroka şer û pevçûnan, dîroka têkçûnan, dîroka serketinên qralan, împaratoriyan û desthilatdaran e. Di vê derê de jin tine ye. Hemû berhemên jinê, hemû nirxên jinê û têkoşînên jinê di tarîtiyê de hatine hiştin. Me got em ê rêbazekî çawa bidin meşandin ku bikarin vê tarîtiyê li ser jinê rakin, vê tarîtiya di dîrokê de li ser jinê hatiye danîn ji holê rakin bi wî rengî nîqaş hatin kirin.

‘KONFERANSA ME DIYARÎ HAKÎ KARER Û HOZAN MIZGÎN HAT KIRIN’

Ya din mijarên polîtîka, aborî, etîk, estetîk, ekolojî , konferansa me bi rastî jî bi berfirehî li ser sekinî li ser delegasyon nîqaşên xwe berfireh kirin, pêşniyarên xurt kirin. Di encam de bi heyecaneke pir mezin konferansa me bi dawî bû. Me konferansa xwe li ser bîranîna Şehîd Hevalê Hakî Karer û Şehîd Hevala Hozan Mizgîn li dar xist. Dîsa me konferansa xwe diyarî jin û zarokên di êrîşên qetlîamên DAIŞ û Boko Heramê de hatine qetilkirin kirin. Dîsa me diyarî Ferînaz Xosrewanî kir ku li Îranê li hemberî êrîşa tecawizê teslîm û jiyana xwe ji dest da. Bi kurtasî û bi rengekî bi serketî konferansa me bi dawî bû.”

‘BIRYAR BI LEZ Û BEZ TÊN BICHANÎN’

Amed xebatên piştî konferansê hatin kirin wiha vegot: “Me danezana xwe weşand. Encamnameya konferansê weşand. Piştre jî biryarên ku hatin girtin di konferansê de hatin girtin bi lez û bez me dest bi pêkanîna wan kir. Biryarên pir berfireh hatin girtin, biryarên der barê wan qadên ku nîqaş li ser hatin meşandin hatin girtin. Me got me destpêkê dest bi pêkanîna biryaran kir. Yek ji wan xebatên me bil ez û bez pêk anî jî ku berê xebata wê berdewam dikir avakirina malpera sîteya “Jineolojî” yê bû. Li ser înternetê êdî em jineolojî bi Kurdî û Tirkî karibin hemû lêkolînên xwe, lêhûrbûnên xwe bi her kesî re parve bikin. Kesên dixwazin dikarin di malperê de li ser înternetê bi navnîşana “www.jineoloji.com” bigihêjin malpera me û bişopînin. Dîsa xebatên kovarê ku ev demeke me amadekariyên wê dimeşand jî gihişt heta asteke ku kovareke em dikarin bibêjin teorîk, bîrdozî, çandî ya jinê têde karibin mijarên bi nêrîna jinê tên destgirtin yên aîdî jinê bi taybetî xwezaya jinê, li ser zanistên civakî di wê derê de bi rengekî akademîkî, entelektuelî ku em karibin nîqaş bikin pêş bixin. Bi van mijaran wê kovarek derkeve, amadekariyên wê gihiştine heya astekê û ber bi dawî ve tên. Dîsa pirtûka me ya ku “Destpêkek ji bo Jineolojiyê” me amade kiribû heye. Bi Kurdî û Tirkî hat temamkirin. Ev niha li çapê ne. Wê di demek pir kin de wê derkeve, wê li her deverê jî belav bibe. Her kes bikare bigihêje fikra zanista jin û jiyanê ya jineolojiyê. Ev pirtûk wê li zimanên cur bi cur jî bê wergerandin. Ji bo Erebî û Farisî jî niha tê wergerandin.”

'HER DELEGASYONÊ HÊZ TEVLÎ KONFERANSÊ KIR'

Amed diyar kir ku Yekemîn Konferansa Jineolojiyê bi awayekî pir baş motîve kiriye û got: “Ji ber ku me heyecanek girt, hêzek girt. Her delegasyonê ku tevlî vê derê bibû hêzekî tevlî me kir. Her delegasyonê ku ji konferansê vegeriya di heman demê de li qadê xwe dikarin ragihandina konferansê jî pêk bînin. Me bi xwe jî ragihandinên konferansê pêk anî. Di nava hevalên xwe de, dema em diçûn dibistanan, akademiyan me ragihandina konferansê kir. Heyecanek pir xurt jî bi xwe re ava kir. Her kesî bi heyecaneke ku em bibêjin keyfxweşiyeke mezin konferans pêşwazî kir. Ji ber ku êdî şênber bibû, berbiçav bibû. Berhemên xwe jî hebûn. Yan jî em dikarin bibêjin êdî her kes dikare parçeyekî xwe têde bibîne bi wî awayî nêzîkatiyek çêbû.

Di dibistanan de bi taybetî jî hevalên me yên mêr ew pêşniyarên ku em jî dixwazin, jineolojî me perwerde bike, dixwazin bi dersa jineolojî werin perwerde kirin, diyarkirina vê bû. Ev jî cihê keyfxweşiyê bû. Bi rastî jî mirov vê weke daxwaziyekî pir hêja, pir girîng dikare binirxîne. Ji ber ku pêwîstiyek e. Ev asta ku îro desthilatdarî gihiştiyê, rê li ber qirkirinên pir mezin vedike. Yanî wexta ku mêr yan jî em bibêjin mîlîtanek, şoreşgerek mêr vê desthilatdariyê di şexsiyet û kesayeta xwe de dît, bi fikr û nêrînekê jineolojî dahûrand, analîz kir û şûnde pêwîstî bi perwerdeyeke bi vê nêrînê dibîne. Yanî vê weke kêmasiyekî di xwe de hîs dike, ev jî cihê keyfxweşiyê ye. Bi vî rengî wê xebatên me di pêş de çêbibin. Em ê hê ragihandinên xwe berdewam bikin.”

‘EM Ê AKADEMIYAN VEKIN’

Amed da xuyakirin ku bi îdîa ne ku jineolojî di alema zanistê de, di cîhana zanistê de, cihekî xwe yê girîng wê çêbike û wiha dewam kir, “Ji ber ku valahiyekî pir mezin di zanistên civakî de heye. Ne tenê valahî şaşiyên pir mezin hene. Em bi îdîa ne ku di hemû beşên zanistên civakî de van şaşiyan ji holê rakin û aliyê xwe yê sazîbûyînê jî bi rengê akademî û enstituyan temam bikin. Ew akademî û enstituyên ku em ê di nava gel de vekin. Wek akademiyên aborî, wek akademiyên parastina rewa, wek akademiyên xweparastinê, yên felsefe, etîk û estetîk û demografyayê karibin fikra jineolojiyê bi gel re jî parve bikin. Di heman demê de ew zanînên gel jî bigirin û carekî din bi awayekî teorîk van binirxînin. Bi rengekî akademîk êdî karibin materyal jî derxin ji bo perwerdeyên din jî binirxînin.”

‘JINEOLOJÎ NE TENÊ XEBATEKE TEORÎK E’

Amed destnîşan kir ku jineolojî tenê xebateke zanistî ya teorîk nîne û got: “Aliyê xwe yê jiyanî pir pir zêde ye. Me got em ê lêkolînan li ser zanistên civakî yên heyî bikin. Lê esas cihê ku em ê jê feyde bigirin jî ew civaka heyî, ew civak e. Em ê dîtin û nêrînên wan, ceribandinên me yên di têkoşîna 40 salan a Tevgera Azadiya Jinê de feyde bigirin. Em ê ji ceribandinên jiyanê yê her jinê yên nivîskî yan ne nivîskî yên devkî bi taybetî ji wan feyde bigirin. Ji ber ku heqîqetek a xwe ya civakî heqîqetek a xwe ya xwezayî di vê de hatiye veşartin, di vê de heye. Em ê rasterast bi jinan re di nava diyalogê de bin. Aliyê vî yê jiyanî bi vî awayî ye. Me gotibû em ê di enstitu û akademiyan de dest bi perwerdeyan bikin, ji wê dê werin perwerdekirin, gel wê werin perwerdekirin. Bi vî rengî wê parvekirinek çêbibe. Lê tenê em bibêjin zanisteke teorîk nîne, zanisteke akademîk nîne. Bi taybetî em ê ji ceribandinên şerê gel ê şoreşgerî yên jinên cîhanê feyde bigirin ji ber ku cihekî xwe yê pir xurt heye di dîrokê de. Bi rastî jî em ê ji ceribandinên wan bikarin feyde bigirin. Yanî aliyek ê xwe yê bi vî rengî yê jiyanê heye. Em bawerin ku wê gelek guherîn wê çêbibin. Jina rêxistinkirî, jina ku bi nêrîna bi zanista jineolojiyê hatiye perwerdekirin wê bikaribe bi rastî jî der barê jiyana xwe de biryaran bigire. Wê karibe jiyana xwe birêxistin bike. Wê karibe azadiya xwe ya civakî birêxistin bike. Di vî alî de em pir bi îdîa ne.

‘YA LI ROJAVA PÊK TÊ FIKREKE JINEOLOJIYÊ YE’

Heta mirov dikare îro Şoreşa Rojava jî di vê çarçoveyê de binirxîne. Ji ber ku ya li Rojava ya pêk tê bi rastî jî fikreke jineolojiyê ye. Jin di nava xebatên xweparastinê de, wek parastina rewa de, wek YPJ’ê cihê xwe digirin û îro derbeya herî mezin li desthilatdaran, li çeteyan dixin, di pêşengiya YPJ’ê de û bi YPG’ê re derbeya herî mezin li van tê xistin. Ev jî pêkanîna li gorî fikra jineolojiyê ne. Dîsa ew şoreşa ku li Rojava tê lidarxistin jî qet ji fikra jineolojiyê dûr nîne. Ji ber ku gel xwe bi awayê komun û meclîsan bi rêxistin dike û ber bi azadiyê ve diçe û azadiyeke ku karibe hemû civakê hembêz bike. Hemû gelên ku li derdorê jî dijîn hembêz dike û ber bi azadiyeke bi wî rengî ve diçe. Mirov dikare bibêje fikra jineolojiyê bi vî awayî şênber dibe, berbiçav tê jiyîn.”

JINEOLOJÎ ZANISTEKE JIYAN Û CIVAKÊ YE

Amed di dawiya axaftina xwe de bang li jinan û bi taybet jinên ciwan kir û got: “Em dibêjin her kesê ku bi daxwaziya azadiyê dikarin werin li derdora jineolojiyê kom bibin, xwe birêxistin bikin. Bi fikra jineolojiyê bi fikra zanista jineolojiyê û mejiyê ku bi hezaran salan e serokatiya me dibêje di neh hezar salan de, di bin neh tebeqeyan mayî dikarin ronî bikin. Bi mejiyeke ronî civakekî azad bihûnin. Ji bo vê bangawaziya me li hemû jinan e. Bi taybetî jinên ciwan û hemû mirovên din e jî ku em li derdora zanista jineolojiyê xwe birêxistin bikin û her kes karibe tiştekî tevlî vê zanistê bike. Ji ber ku ev zanist, zanisteke di heman demê de jiyan û civakê ye. Her kes dikare xwe têde bibîne.” 

...