Hevdîtina 10 girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê hatin qedexekirin

Girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê ragihandin ku 10 girtiyên siyasî yên jin Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî di nav de mafê wan ê hevdîtina bi malbat û parêzerên xwe re hatiye qedexekirin.

Girtiyên jin yên Girtîgeha Evîn daxuyandin ku 10 girtiyên siyasî yên jin ên Girtîgeha Evîn a Tehranê mafê wan yê hevdîtina bi malbatên xwe re hatiye qedexekirin. Hate zanîn ku qedexeya hevdîtina bi malbatên xwe re ji ber çalakiyên li dijî biryarên darvekirinê li girtiyên jin hatiye birîn.

Têkildarî qedexeya hevdîtin û peywendiya 10 girtiyên jin ên siyasî li Girtîgeha Evîn bi malbatên xwe re daxuyaniyek nivîskî hat dayîn.

Di daxuyanî de wiha hat gotin: “10 girtiyên jin ên siyasî yên Girtîgeha Evîn a Tehranê yên bi navê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî, Etişa Esed Îlahî, Gulroc Îranî, Wîda Ribanî, Zehra Sefayî, Îlahe Fuladî, Mutehere Koneyî, Sakîne Perwane û Meryem Yihyewî hevdîtin û peywendiya wan a bi malbatên wan re ji aliyê rayedarên girtîgehê ve hatiye qedexekirin. Ev biryara qedexeyê di 13’yê Çileyê de hatiye dayîn, ji ber çalakiyên şermezarkirina biryarên darvekirinê li 10 girtiyên jin hatiye birîn.

Ev girtiyên jin çendîn caran ji aliyê desthilatdarên Îranê ve ji xizmetgûzariyên bingehîn yên mafê girtiyên zindanan bêpar hatine hiştin û mafê hevdîtina bi malbatên xwe re, peywendîkirin û dîtina parêzerên xwe jî li wan hatiye qedexekirin. Tevî raporên rêxistinên navnetewî û cîhanî, lê rejîma Îranê di çewisandina jinên nav zindanan de berdewame.”