CFWIJ’ê nerazîbûn nîşanî binçavkirina rojnamevanan da
CFWIJ’ê li hemberî binçavkirina xebatkarên Çapemeniya Azad nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku çapemeniya Kurd bi zilmek mezin re rû bi rû ye.
CFWIJ’ê li hemberî binçavkirina xebatkarên Çapemeniya Azad nerazîbûn nîşan da û destnîşan kir ku çapemeniya Kurd bi zilmek mezin re rû bi rû ye.
Xebatkarên Çapemeniya Azad Reyhan Hacioglu, Rahîme Karvar, Necla Demîr, Welat Ekîn û Ahmet Guneş danê sibehê di serdegirtina polîsan de, hatin binçavkirin. Koalîsyona Rojnamevanên Jin (Coalition For Women In Journalism-CFWIJ) nerazîbûn nîşanî zexta sistematik a polîsên Tirk a li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad da.
CFWIJ'ê got, "Polîsan bi ser mal û cihê kar ê rojnamevanan de girtin û 5 rojnamevan binçavkirin. Di serdegirtinê de polîsan gef li rojnamevanan xwarin û dest danîn ser materyalên dîjîtal. Li Stenbolê jî bi ser produksiyonên Martî û Guncelê de girtin û bi saetan lêgerîn kirin. Ev zext, nîşan dide ku çapemeniya Kurd bi zilmeke mezin re rû bi rû ye. Em weke CFWIJ’ê van binçavkirinan şermezar dikin û daxwaza serbestberdana wan dikin."