Li Sûriyeyê rêya derketina ji qeyranê demokratîkbûn e

Numûneya rêveberî yan jî pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Sûriyê şans û derfeteke mezin e. Gelek derdor vê pergalê ji bo Rojhilata Navîn jî weke rêya çareseriyê nîşan didin. Divê rejima nû vê derfetê ji dest nede.

Ji sala 2011’an ve ku buyerên bi navê “Bihara Erebî” destpêkirin û şûnde Sûriye di nava qeyraneke siyasî û civakî ya kûr û dijwar de ye.

Bê guman sedema sereke ya vê qeyranê û şerê navxweyî yê Sûriyê polîtîkayên rejîma Baasê bûn. Welatekî mîna Sûriyeyê ku xwedî pir netew, pir çand û pir bawerî ye, zêhniyeta şoven û netewperest ya netewe dewletê hişt ku ev rewşa niha derkeve holê. Bê guman welatekî ku demokrasî û pergaleke demokratîk lê hebe ew zehmet e ku bi hêsanî bibe hedefa êrişan û hilweşe. Lê ya li Sûriyeyê nebû jî ev bû. Niha jî heman şaştî û xeletî dewam bikin û ji ya berê ders neyê derxistin wê aqûbeta rejîma nû jî mîna ya beriya xwe be.

Erê, nêzî şeş meh in li Sûriyê rewşeke nû heye. Rejima Baas a zêdeyî 50 salan li Sûriyê hukim kir hilweşiya û niha desthilateke nû Şamê bi rêve dibe. Lê raboriya vê desthilatê jî dinya hemû dizane. Vê desthilatê jî şerbeta El Qaîdê û DAIŞ’ê vexwariye û ji rêûresma wan tê. Hatina wan ya li ser desthilatê jî ne ji hêz û zîrekbûna wan, lê ji ber şert û mercên der û hundir bû. Ev desthilata nû niha li ser duriyanekê ye û divê êdî biryara xwe bide. Gelo wê bibe dubareyeke rejima Baasê hê zêdetir welat ber bi şer û karesatê ve bibe an jî wê ji ezmûnên berê dersê derxe, ji bo avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk bixebite? Ji xwe rayedarên Rêveberiya Xweser jî dibêjin, “Êdî Sûriye nabe vegere beriya sala 2011’an û êdî bi navendîbûnê nema dikare bê bi rêvebirin.”

Divê vê rastiyê her kes bibîne. Vê rejima nû ji bo paşeroja Sûriyê ti berdêlek nedaye. Dema bi navê Cebhet El Nusra derketin holê û qaşo armanca wan guhertina rejimê bû, lê destpêkê berê xwe dan Kurdan. Sala 2013’an beriya DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker wan êrişî Rojavayê Kurdistanê kir û ketin Serêkaniyê. A rast hêz, îrade û berxwedana gelê Kurd cara ewil wê demê nas kirin. Ji xwe piştî têkçûna wan jî serpêhatiya wan a Idlibê dest pê kir û heta roja ketina rejima Baasê li wê derê di bin kontrola hêzên navneteweyî de hebûna xwe domandin.

Lê Kurdan çi kirin û ji bo Sûriyê çi xwestin? Hema herkes bersiva vê pirsê dizane û di nava salên dirêj de jî dîtin. Bi destpêkirina şer û aloziya li Sûriyê re, Kurdan jî li Rojavayê Kurdistanê, Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk anîn û dest bi avakirina pergaleke xweser a demokratîk kirin. Tevî êrişên komên çete ên mîna DAIŞ’ê, êrişên dewleta Tirk û dagirkirina bajaran jî ev pergala xwe parastin û heta roja îro anîn. Her çendî ev şoreş li ser erdnîgariyeke gelek piçûk pêk hat jî lê bandora wê ya li ser Rojhilata Navîn û Cîhanê gelek mezin bû. Armanca yekemîn ya vê şoreşê jî demokratîkkirina Sûriyê bû. Îro jî heman armanca wê dewam dike.

Numûneya rêveberî yan jî pergala demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Sûriyê şans û derfeteke mezin e. Gelek derdor vê pergalê ji bo Rojhilata Navîn jî weke rêya çareseriyê nîşan didin. Divê rejima nû vê derfetê ji dest nede. Ev pergal wê di aliyê siyasî û civakî de Sûriyê xurt bike û ji hemû destwerdanan biparêze. Ji bilî demokratîkbûnê ti rêyeke din li pêşiya rejima nû nemaye. Divê qebûl bikin ku hêza sereke ya demokratîkbûna Sûriyê jî Kurd in. Ji ber ezmûn û têkoşîna Kurdan ya 13 salên rabuhurî ev yek piştrastkiriye û nîşanî hemû cîhanê daye. 

Niha di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê de hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin wê encameke çawa bîne ne diyar e. Lê her çendî dewleta Tirk êdî li ser Sûriyê mîna berê xwedî gotin nebe jî, di danûstandinên wan yên vê dema dawiyê de xuya dibe ku hê jî bandorê li desthilata Şamê û danûstandinên wan dikin. Eger desthilata Şamê bi kindirê dewleta Tirk dakeve binê bîrê wê jê dernekeve. Herkes dizane û divê desthilata nû jî bizane ku dewleta Tirk ti carî ji bo Sûriyê xêrê naxwaze û sedema sereke ya vê rewşa kambax ya Sûriyê jî ew in. Tenê rêya wan ya mayîna li ser desthilatê û demokratîkbûna Sûriyê bi danûstandina bi Kurdan û naskirina Rêveberiya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibe. Naxwe careke wê xêr û feydeya şerekî navxweyî yê din ji bo herêmê û ji bo Sûriyê nebe. Gelên Sûriyê ji şer û qeyranê westiyan û êdî aramiyê dixwazin.