Jineolojî li Şengalê tê nîqaşkirin

Jinên Şengalî bi semîneran dest bi nîqaşkirina Jineolojiyê kirin. Yek ji wan semîneran Borikê hate lidarxistin.

Akademiya Jineolojiyê bi rasthatina qetilkirina Rojnemevan û Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel duh dest bi kar û xebatên xwe kir. Di vê çarçoveyê de rêze semîner tên dayîn. Jinên Êzidî eleqeyeke mezin nîşana Jineolojiyê didin û zanista jin nêzî felsefeya Êzdayetiyê dibînin.

Îro li gundê Borik yê girêdayî navçeya Sinûnê Akademiya Jineolojiyê semînerek li ser jineolojiyê da. Di semînerê de endamên meclisa jin û jinên ciwan amade bûn. Tevî ku zanista jin weke cara yekemîne li Şengal tê dayîn, lê beşdarvanên semînerê bi elaqeyek germ nêz bûn û ev zanist perçeyek ji felsefeya jiyana xwe dîtin. Semîner bi nîqaş û nerînan dewam kir.

Endama Meclisa Borik Welat Cano di semînerê de axivî û wiha anî ziman: “Jin 9 mehan zarokê di zikê xwe de ava dike. Piştî anîna wê jî wê mezin dike û xwedî dike. Zarok û mezin jî destpêka ku vedigere malê pirsa ku dike ka dayika min. Jin ronahiya malê ye, mala ku jin tê de nebe ew mal nîne û vala ye. Ji mal, zarok, civak û mêr re jî jin hemû tişt e. Jin nebe jiyan nîne. Fikirê jin bi hêz e, mêr çi biryarekê giring bixwaze bigre berê xwe dide jinê û jê dipirse gelo wisa be ne baştire. Biryara pir giran mêr nikare bê nerîna jin bigre. Ji ber ku jin dikare nerîna rast û riya rast bidin.”