TJK-E: Em dibêjin 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyanê re'
Koordînasyona TJK-E'yê ji ber salvegera 2'emîn a qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek da û diyar kir ku wê bi dirûşma 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re' çalakiyan lidar bixin.
Koordînasyona TJK-E'yê ji ber salvegera 2'emîn a qetilkirina Jîna Emînî daxuyaniyek da û diyar kir ku wê bi dirûşma 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re' çalakiyan lidar bixin.
Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji ber salvegera qetilkirina Jîna Emînî û serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku beriya niha bi 2 salan qetilkirina Jîna (Mahsa) Emînî ji aliyê 'Polîsên Exlaqê' yên Îranê ve bû sedem ku jin biherikin qadan û pêvajoyeke serhildanê ya mezin li dijî kiryarên dewleta Îranê hate destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku vê berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir, pêl bi pêl li tevahiya cîhanê belav bû û felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerdûnî bû, bi her zimanî bû parolaya azadiyê ya têkoşîna jinan.
TJK-E'yê destnîşan kir ku serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' mohra xwe li sedsala 21'ê xist û bi vî rengî cihê xwe di nava rûpelên bi rûmet ên dîrokê de girt.
Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîmê hêza têkoşînê ya jinê dîtiye, bi kiryarên li dijî mirovahiyê bersivê dide têkoşîna nasnameyê û azadiyê ya jinan û hate gotin, "Cezayê darvekriinê yê li rojnamevan û parêzvana mafên jinê Pexşan Ezîzî û parêzvana mafên karkeran Şerîfe Mûhammedî hatiye birîn encameke vê yekê ye. Lewma kampanya 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re' ya ku bi pêşengiya KJAR'ê hatiye destpêkirin, di vê demê de gelekî girîng e.
Bi dirûşma 'Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re' heta niha gelekl çalakî û kampanyayên îmzeyan hatin lidarxistin. Weke jinên ji TJK-E'yê em careke din diyar dikin ku van jinên parêzvanên mafên jinê, edalet û kedê bi tenê nehêlin, li hemberî vê biryarê em ê têkoşîna xwe hîn mezin bikin. Em bang li saziyên navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê."
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku di navbera 12-16'ê Îlonê de wê li gelek bajarên Ewropayê çalakî bêne lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin.
Li gorî daxuyaniyê, bernameya çalakiyan bi vî rengî ye:
ÇALAKIYÊN 12'Ê ÎLONA 2024'AN
München
Saet: 16.00
Cih: Karlsplatz/Stachus
ÇALAKIYÊN 13'Ê ÎLONA 2024'AN
SWÎSRE
Saet: 17:30
Cih: Rathaus Zürich
Limmatquai 55
ELMANYA
Aurich/Oldenburg
Saet: 15.00
Cih: Marktplatz
Hamburg
Saet: 17.00
Pêşiya Mercado
Kiel
Saet: 16.00
Cih: Europaplatz
ÇALAKIYÊN 14'Ê ÎLONA 2024'AN
ELMANYA
Bremen
Saet:15.00
Cih: Domshof
Hamburg
Saet: 18.00
Cih: Altonerstr. 63
Hannover
Forum
Saet: 12.30
Cih: Am Kina Mahsa Amini Platz
Münster
Saet: 12.00
Cih: Hauptbahnhof
Köln
Semîner
Saet:14.00
Cih: Allerwelthaus/ Geisel Str. 3-5
Berlin
Saet: 17.00
Cih: Hermannplatz
Frankfurt
Saet: 14.00
Cih: An der Hauptwache
Düsseldorf
Saet: 14.00
Cih: DGB-Haus/
Friedrich -Ebert-Str.
NORWÊC
Oslo
Saet: 14.00
Cih: Li pêşiya Wezareta Karên Derve
SWÊD
Stockholm
Saet: 14.00
Cih: Norrabantorget
Helsingborg
Saet: 17.00
Cih: Stortorgett
BELÇÎKA
Brüksel
Saet: 14.00
Cih: Pêşniya Konsolosxaneya Îranê
HOLLANDA
Amsterdam
Saet: 13.00
Cih: Amsterdam Beursplein
ÎTALYA
Venezia
Saet: 16.30
Cih: Piazza XXVII OTTOBRE davanti a COİN Mestre
ÇALAKIYÊN 15'Ê ÎLONA 2024'AN
FRANSA
Paris
Saet: 14:00
Cih: Place De La Bastille a L’Hotel De Ville
ÇALAKIYÊN 16'Ê ÎLONA 2024'AN
ELMANYA
Stuttgart
Saet: 17.00
Cih: Herzog -Christoph-Denkmal/Schlossplatz
FÎNLANDIYA
Helsinki
Saet: 16.30
Cih: Narinkkatori, Kamppi
ÎNGILISTAN
London
Saet: 14.00
Cih: 16 Princes Gaye, London SW7 1PT