BI DÎMEN

Li London û Gavleyê peyama 8'ê Adarê: Werin em têkoşîna rêxistinkirî berfireh bikin

Jinan diyar kirin ku ew ji tundiya li dijî girtiyên jin ên li zindanên Tirkiyeyê, butçeyên ji bo şer, nijadperestî, cudakarî û faşîzmê re dibêjin na û peyama ew ê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî berfireh bikin dan.

8'Ê ADARÊ

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li paytexta Îngilistan Londonê bi mîtîngekê û li bajarê Gavle yê Swêdê bi şahiyekê hate pêşwazîkirin.

GAVLE

8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li bajarê Gavle yê Swêdê hat pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Gavleborgê ve hat organîzekirin bi axaftina Hevseroka Meclîsê Jîn Haco destpê kir. Jîn Haco bal kişand ser ziyanên pergala serdest a 5 hezar salî ya li ser jinê û wiha got. “Serok Apo ev sîstem heta detayên herî biçûk analîz kir û jin kir hêza dîrokê."

Axaftina Jîn Haco gelek caran bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hate qutkirin.

Pîrozbahî bi stranan û bi gerandina govendê berdewam kir.

LONDON

Endamên Platforma Jinan a Londonê ku ji aliyê rêxistinên jinên Kurd, Elewî, çep û sosyalîst ve hatiye avakirin, li ber Pirtûkxaneya Wood Green hatin cem hev û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. Di çalakiyê de posterên şoreşgerên jin ên hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Tevgera Jinên Kurd jî tevlî çalakiyê bû.

Di çalakiyê de li ser navê saziyan axaftin hatin kirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî 8'ê Adarê" û "Jin bi hev re bi hêz in" hatin berzkirin. Di axaftinan de li ser xala 59'an a Peymana Stenbolê ku yek ji destkeftiyên herî girîng ên tevgera jinan e rawestiyan û wiha gotin: “Li Îngilistanê ev 10 sal in her 3 rojan carekê jinek tê kuştin û herî kêm 2 milyon jin rastî şîdeta nav malê hatine. Em weke Platforma Jinan a Londonê bang li hikûmetê dikin ku bêalîbûna xwe ya li ser xala 59’an a Peymana Stenbolê ji holê rake û peymanê bi tevahî erê bike. Piştgirî û parastina wekhev ji jinên koçber re bike.”

Di axaftinan de bal hat kişandin ser tundî û îşkenceya li dijî girtiyên jin. li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê û wiha hat gotin: "Roja bilindkirina agirê serhildanê ya jinên ku ji Îranê heta Rojava, ji Ewropayê heta Asyayê bi gotina Jin Jiyan Azadî daketin qadan e.” 
Di daxuyaniyê de li ser girîngiya hevgirtin û rêxistinbûnê jî ev tişt hatin gotin: “Îro li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê girtiyên jin rastî şîdetên tund ên weke serdegirtina hucreyan, lêgerîna tazî, êşkence, 24 saetan şopandina kamerayê, destavêtin û desteserkirina maddeyên paqijiyê tên. Girtiyên jin ên nexweş nayên berdan û terkî mirinê kirine. Roj roja berfirehkirina hevgirtin û têkoşîna rêxistinkirî ye. Îro roja li dijî nijadperestî, faşîzm û her cure newekheviyê ye. Li dijî her cure tundiya li ser jinê ji ku tê bila bê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Piştî daxuyaniyê jinan bi çepik û tilîliyan govend gerandin.