BI DÎMEN

Li Fransayê 8’ê Adarê: Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşê ve dimeşin

Di çalakiyên ku bi pêşengiya TJK-F'ê li gelek nuqteyan hatin lidarxistin de hate destnîşankirin ku têkoşîna li Kurdistanê bi pêşengiya jinan veguheriye şoreşê û bûye hêviya hemû jinan.

LI FRANSAYÊ 8’Ê ADARÊ

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li 160 navendên Fransayê çalakî hatin lidarxistin. Li ser banga Kolletîfa Femînîst “Un Jour Sans Nous” (Rojek Bê Me) çalakiya greva rojekê pêk hat û pergala baviksalarî hate nirxandin. Di çalakiyê de peyam hate dayîn ku heta azadiya jinê wê têkoşîna jinê bidome.

MARSÎLYA

Jinên Kurd ên ku rojên borî li Marsîlyayê navên jinên şoreşger li kolanan kiribûn û bi guhdarkirin dengbêjiyê dest bi çalakiya 8’ê Adarê kiribûn, îro bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ji Qada Canebiere heta avahiya walîtiyê Marsîlyayê meş li dar xistin.

Jinan di bin barana zêde de bi coş û kelecan meşiyan, bi êlekên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li xwe kiribûn, bal kişandin ser tecrîda 25 salan. Jinên Kurd bi berzkirina dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" heta Noaîllesê meşiyan û li vir bi jinên Fransî re hatin cem hev. Bi hev re heta ber avahiya Walîtiya Marsîlyayê meşiyan û di mîtîngê de daxwazên xwe yên hevpar anîn ziman.

Di axaftinên ku bal kişandin ser zêdebûna tacîz, tecawiz û kokujiyên li ser jinan, her wiha bal hat kişandin ser qanûnên dewletê yên ku pergala serdest a mêr xwedî dike.

PARÎS

Li ser banga 70 saziyên jinan, pêkhateyên femînîst, sendîka û partiyên siyasî li Place Gambetta hatin cem hev, saet di 14.00 de dest bi meşê kirin. Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) li pêşiya kortejê bû. Pankarta bi nivîsa "Jin, jiyan, azadî" û wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Emîne Kara yên di 9'ê Çileya 2013'an û 27'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi Fransî û Tirkî hatin berzkirin. Li aliyê din di metnên ku di meşê de hatin xwendin de hate destnîşankirin ku tundiya li ser jinê, îstîsmara keda jinan, sûcên nefretê yên li hemberî jinê bêyî desthilatdarî-dewletê nayên çareserkirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku di şeran de herî zêde jin û zarok zerarê dibînin û hate destnîşankirin ku jinên Kurd li dijî desthilatdarî-dewlet û pergala baviksalarî bi têkoşîneke mezin li Rojhilata Navîn Konfederalîzma Demokratîk ava kirin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku divê hemû jin di bin banekî de bibin yek û li dijî zîhniyeta desthilatdar-dewlet û baviksalarî têbikoşin, hate destnîşankirin ku jin wê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî teqez bigihêjin azadiya xwe.

Meş û mîtîng li Bastîlê bi dawî bû.

STRASBOURG

Bajarê din ê Fransayê ku bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî lê hat lidarxistin Strasboûrg bû.

Meşa ku bi banga 25 saziyên jinan, pêkhateyên femînîst, sendîka û partiyên siyasî ku Înîsiyatîfa Jinê ya Zîn jî di nav de ye li Place Kleber saet 14.00’an destpê kir.

Endamên Înîsiyatîfa Jinan a Zîn a girêdayî TJK-F’ê ku li pêşiya korteja meşê bûn, pankarta bi zimanê Fransî “Em jin bi jin, jiyan, azadî dimeşin şoreşê” li kêleka şehîdên Parîsê hildan.

Di meşê de aktîvîstên Înîsiyatîfa Jinan a Zîn broşurên ku li ser dîroka şoreşa jinên Kurd û têkoşîna azadiyê, Jineolojî û rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di şoreşa jinê de hatibûn amedekirin, belav kirin. Di meşê de hemû jinan bi Fransî û Kurdî dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kirin. Meş û mîtînga ku hat destnîşankirin, têkoşîna azadiyê ya jinan wê teqez li dijî desthilatdariya mêr-dewlet û pergala baviksalarî bi ser bikeve, bi axaftinên li ber Qesra Edaletê bi dawî bû.

MULHOUSE

Çalakiya li bajarê Mulhouse ê Fransayê saet di 17.30’an de li Place De La Bourse destpê kir. Jinan bi banga Kolektîfa Femînîst du 68 a ku Înîsiyatîfa Sema Yuce jî di nav de ye hatin cem hev û bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bal kişandin ser têkoşîna hevpar. Beriya meşê saziyên di nava kolektîfê de daxuyanî dan. Hunermend Zarîfe Zerrîn strana xwe ya li ser şehîdên Parîsê got.

Di meşa ku piştre destpê kir de bênavber dirûşmên "Kolan a me ye" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. Meş û mîtînga ku bal kişandin ser girîngiya hevgirtina jinan, bi sirûdên hevpar bi dawî bû.