BI DÎMEN

Li Stavrapolê 8'ê Adarê hat pîrozkirin 

Li bajarê Stavrapolê navçeya Novoalekesandrovska 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê bi coş hat pîrozkirin.

8'Ê ADARÊ

Jinên Kurd û dostên wan li herêma Stavropolê ya navçeya Novoalêksandrovskê a Rûsyayê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi coş pîrozkirin. 


Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser wateya rojê sinevizyon hat nişankirin. 
Di şahiyê de pisporê beşa herêma Razdolnenskî ya navçeya Novoalekesandrovska ya Stavropolê Stepkîna Êlêna Yûryêvna, rêvebera Meclîsa Jin a herêmê Seyran Ahmadova li ser wateya rojê axivîn.   

Şahî bi beşdarbûna hunermendên herêmî Mihemed Rustemov, Albina Lezgiyeva, Seyran Ahmedova, Ahmed Ahmedov, Hesen Mamedov, koma Kulîlkên Rojê, koma stranbêjiyê ya Rûsî Podrûckî û koma dîlanê ya Rûsî Mozayka ve berdewam kir.

Şahî bi gerandina govendê û belavkirina gulan bi dawî bû.