BI DÎMEN

Di rojên Çanda Jinên Kurd de cil û bergên gelêrî hatin nasandin

Hefteya Çanda Jinên Kurd a li paytexta Elmanya Berlînê  di roja xwe ya şeşemîn de bi danasîna cil û bergên gelêrî yên Kurdî berdewam kir.

Di çarçoveya Hefteya Çanda Jinên Kurd de ku ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî ve hat organîzekirin, li gorî herêman cil û berg hatin nasandin.

Komên folklorê Koma Feraşîn û Delîl Çiyager ku li Berlînê xebatên xwe dimeşînin govenda Kurdan û cil û bergên kurdî hatin pêşandan. Di çarçoveya çalakiyê de cilên gelêrî yên Serhat, Koçgirî, Wan, Bedlîs, Colemêrg û Agiriyê hatin pêşandan.

Çalakî bi gerandina govendê ya bi beşdaran re bi dawî bû.

Di çarçoveya hefteyê de wê 7’ê Adarê roja Pêncşemê saet di 18:00’an de Jineolojî, Jin û Zanista Jiyanê bê nasandin.

Navnîşana çalakiyê Franz-Mehring-Platz 1, 10243 Berlîn e.