Jinên Şengalê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin

Bi sedan jinên Êzidî û Ereb ên Şengalê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ meşek li dar xistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li bajarokê Sinûnê yê Şengalê bi beşdariya gelek jinên Ereb û Êzidî meşek girseyî hate lidarxistin.

Di meşê de alên TAJÊ û YJŞ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin. 

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen, Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo û Berdevka TAJÊ Riham Hico û hemû rêveberên jin tevlî meşê bûn.

Meşa ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpêkir, heya çerxerêya şehîd Mam Zekî Şengalî bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’ dewam dikir. Jinên Êzidî û Ereb ku azadiya xwe di fikrê Rêber Apo de dibînin, dirûşmên ji bo azadiya wî jî timî di meşê de avêtin.

Piştî girse gihişt çerxerêya Mam Zekî, daxuyaniyê çapemeniyê bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen û Berdevka Meclîsa Jinên Ereb Fatime Mistefa ve hate dayîn.

Di daxuyaniya TAJÊ ya ji aliyê Riham Hesen ve hate xwendin de, destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û ev peyam da: ‘8 Adarê bi dirûşmeya ‘ Jin jiyan Azadî, ber bi Şoreşa jinê ve dimeşin’ bi coş û hezkirin û  têkoşîn li  hemû jinên cîhanê pîroz  dikin.   Vê rojê di serî de li şehîdên têkoşîna azadiyê, li Rêber Apo ku bi felsefeya xwe rêya jinan ronî kir pîroz dikin. Em li jinên Êzidî yên 10 salin di destê DAIŞ’ê de rûberûyê her cûre êşkenceyên fizîkî û çandî tên pîroz dikin. Em vê rojê li hêzên xwe yên parastina rewa YJŞ, YPJ û YJA-Starê pîroz dikin.’

Riham Hesen her wiha şehîd Nazê û Nujiyan Erhan ku di êrîşên çeteyê ser bi PDK’ê de şehîdbûbûn jî bibîranî û got: ‘Dijmin jî dizane, ev roj çiqas ji bo me girîng e. Lewma di meheke wisa de jinên berxwedêr yên weke Nazê û Nûjiyan hedef girtin. Dijmin wê nekare jinên berxwedêr yên wekî, Nûjiyan, Nazê û Bêrîvanan di nava me de tine bike. Ewê nekarin rê li ber têkoşîna van dayîk û xwişkên me yên bûne şahidên fermana 2014’an bigirin ku bi hezaran jin hîn jî aqûbeta wan nayê zanîn.’

Riham Hesen di dewama daxuyaniyê de dazanîn ku, ew roja 8’ê Adarê weke roja xwe parastina ji fermanan dibînin û wiha pêde çû: ‘Di fermana 2014’an de ku bi fikrê zilamê desthildar pêk hat,  bi awayekî vekirî îradeya jin hate  hedef girtin. Roja 8’ê Adarê ji bo me wek jinên Êzidî, roja berxwedaniyê û xwe parastina ji femanan e.

Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen diyar kir, ewê têkoşîna xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û jinên Êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ne mezin bikin û got: ‘ Em soz û israra xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û jinên di destê DAIŞ’ê de ne dûbare dikin û têkoşîna xwe mezin bikin.’

Riham Hesen, di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî jinan kir, têkoşîna azadiyê mezin bikin û wiha got: ‘Bi wesîleya vê rojê em  hemû jinan  vedixwînin vê  tekoşînê. Bawerî û ola wê çi dibe bila bibe, tevlî vê têkoşînê bibin û wê azadî bibe para me hemû jinan. Bijî 8’ê Adarê, Bijî têkoşîn û berxwedana jinan.’

Li ser navê  Meclisa Jinên Ereb jî Fatima Mistefa axivî û got :’Em vê roja cîhanî ya jinê, li tevahî jinan pîroz dikin. Em vê rojê ne weke cejin, weke roja berxwedan û tolhildanê dibînin.Pêwîste em jinên Ereb  li ser fikir û felsefeya Rêber Apo daxwaza mafê xwe yê rewa bikin.’

Piştî daxuyaniyê meş bi berzkirina dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.