Çepên Spanyayê jî dixwazin piştî Fransayê kurtajê bixin Destûra Bingehîn

Partiya çep a radîkal Sumar ku hevparê hikûmeta sosyalîst a Spanyayê ye, ragihand ku dixwazin wekî Fransayê, betalkirina bijartî ya ducaniyê (kurtaj) bikeve Destûra Bingehîn a Spanyayê.

Wezîra Xebatê Yolanda Diaz ê di hikumeta serokwezîr Pedro Sánchez de kesa sêyem e, li ser X-ê ev daxuyanî da:

"Fransa û jinên wê nîşan dan ku mafê bi dilxwazî ​​yê bidawîkirina ducaniyê mafekî bingehîn e. Fransa û jinên wê nîşan dan ku pêşketin mumkin û pêwîst e. (...) Du roj beriya 8’ê Adarê Roja Mafên Jinan a Navneteweyî ku wê were pîrozkirin, wextê ewlekirina hemû mafên jinan hatiye.”

Berdevka Sumarê Aîna Vîdal jî di civîneke çapemeniyê de got ku di vê mijarê de dema “pêşketinê” hatiye. 

Vîdal got, "Fransa bi dilxwazî dawîlêanîna ducaniyê bû welatê yekem. Dengdan ji aliyê Serokê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus û Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk ve hat pêşwazîkirin. 

Turk wiha got: “Yek ji sedemên sereke yên mirina dayikan kurtajên ne ewle ye. Gihîştina kurtajên bi ewle û qanûnî mijareke mafên mirovan e û divê bê parastin."