Rûniştina destpêkê ya doza têkildarî nûçegihana JINHA'yê Canozer di 29'ê Adarê de ye

Nûçegihand Bêrîtan Canozer, ji ber ku li navçeya Amed Sûrê meşa gel û parlamenteran dişopand ji aliyê polîsên tevgera taybet a Ofîs dorpêç kiribûn ve hatibû binçavkirin.

Nûçegihand Bêrîtan Canozer, ji ber ku li navçeya Amed Sûrê meşa gel û parlamenteran dişopand ji aliyê polîsên tevgera taybet a Ofîs dorpêç kiribûn ve hatibû binçavkirin.

Bêrîtan ku tevî kamera û mîkrofona xwe di 16'ê Kanûnê de hat binçavkirin, ewilî li wesayîta Ford Ranger hat siwarkirin, dûre bi maşîneke zirxî birin şaxê TEM'ê. Canoz ku ji ber coşa xwe ji aliyê polîsên Tirk ve weke 'gumanbara maqûl' hat dîtin, 4 rojan li TEM'ê hat ragirtin. Li dadgeha nobedar jî notên wê yê ji bo nûçeyan weke delîl hatin nîşandan û Bêrîtan hat girtin. Bêrîtan Canozer şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Bêrîtan di hevdîtina destpêkê ya bi malbata xwe re gotibû, "Min li vê derê coşa xwe winda nekir, bi heman rengî me. Bila hevalên li derve jî coşa xwe winda nekin. Ez hemûyan silav dikim."

Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) bang li hemû rojnamevanên jin kir, ku di 29'ê Adarê de tevlî rûniştina dozê bibin.