Rûkena têkoşîna azadiya jinê: Sêvê Demîr
Sêvê ya ku di temenê zarokatiyê de li bajarên Tirkiyeyê meseleya kedê nas kir, jiyana xwe fedaî têkoşîna azadiyê ya jinê kir.
Sêvê ya ku di temenê zarokatiyê de li bajarên Tirkiyeyê meseleya kedê nas kir, jiyana xwe fedaî têkoşîna azadiyê ya jinê kir.
Sêvê Demîr, di sala 1974'an de li navçeya Mêrdîn Stewrê ku navê xwe ji xwedawenda bereketê Star werdigire, ji dayik bû. Sêvê ya ku di temenê zarokatiyê de li bajarên Tirkiyeyê meseleya kedê nas kir, jiyana xwe fedaî têkoşîna azadiyê ya jinê kir. Sêvê ya ku da ser şopa xwedawenda Star, li Silopiyayê got, 'Eger bimirim, min li Zozanên Feraşînê veşêrin'. Du roj piştî vê gotina xwe, ji aliyê hêzên dewletê ve tevî du hevalên xwe yê jin û hevalekî xwe yê mêr, hat qetilkirin.
LI DIJÎ ASÎMÎLASYONÊ SEKNA KEDKAR Û KURDEWAR
Sêvê ya ku li gundê Şutê ya li qiraxa Çemê Stewrê ji dayik bû, di salên 90'î de ji ber zilma dewletê neçar ma tevî malbata xwe koçî yek ji bajarên Tirkiyeyê Manîsayê bike.
Dema çû Manîsayê Sêvê 13 salî bû û bi malbata xwe re li nava erdan xebitî. Di temenekî biçûk de kedkarî nas kir. Li aliyekî jî bala xwe li ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû. Piraniya mirovên di temenê wê de ketibûn bin bandora asîmîlasyon û jiyana li bajêr, lê Sêvê di Kurdewariyê de israr kir û tevî rûkeniya xwe herî zêde bi Kurdewariya xwe hat naskirin.
PÊŞENGA TÊKOŞÎNA JINÊ
Sêvê di sala 1997'an de li nava Baskê HADEP'ê yê Jinan ê Manîsayê cih girt. Weke pêşenga rûken a têkoşîna azadiya jinê, heta kêliya dawî bi bawerî û biryardarî têkoşiya.
Salên dûr û dirêj li Manîsanê li refên herî pêş ên têkoşîna jinê xebitî. Piştî ku HADEP hat girtin, xebatên jinê li nava DEHAP'ê dewam kir. Herî dawî Serokatiya Baskê DEHAP'ê yê Jinan ê Manîsanê kir.
Di sala 2005'an de, bû yek ji damezrînerên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) û bi vî rengî weke yek ji pêşengên serdemeke şoreşgerî ya dîroka têkoşîna jinên Kurd cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt.
PÊŞENGÎ Û BIRYARDARIYA XWE LI ZÎNDANÊ DEWAM KIR
Sêvê ya ku bi kedkarî û fedekariya xwe her li pêş bû, di sala 2009'an de di dema 'Operasyonên KCK'ê yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat meşandin, bû yek ji hedefên destpêkê. Di vê operasyonê de tevî 52 kesan ji dosya 'Doza Bingehîn a KCK'ê' hat girtin.
Sekna xwe biryardar û pêşeng a li derve, li salonên dadgehê û zîndanê jî dewam kir. Rûkena têkoşîna azadiya jinê, pêşenga kedkar û Kurdewar Sêvê, bû pêşenga berxwedana parastina bi Kurdî ya di dema darizandinê de.
Di 12'ê Îlona 2012'an de cihê xwe di nava greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî ya ji bo rakirina tecrîde li ser Ocalan û naskirina mafê zimanê dayikê de cih girt, ku 68 rojan dewam kir.
PIŞTÎ GIRTÎGEHÊ, DI AVAKIRINA XWERÊVEBERIYÊ DE CIH GIRT
Piştî ragirtina 5 salan, dema hat berdan qet navber neda karê xwe. Di Tîrmeha 2014'an de ji endametiya Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)'ê hat hilbijartin. Sêvê cihê xwe di nava xebatên xwerêveberiyê yên gel de cih girt, bi awayekî aktîf beşdarî avakirina xwerêveberiyê bû.
'BERXWEDAN JIYAN E'
Li dijî "qedexeyên derketina derve" û êrîşên hêzên dewletê, di nava berxwedana xwerêveberiyê de cih girt. Herî dawî, li hemberî qedexe û êrîşên li Silopiyayê ji navçeyê derket û di nava jinan û gel de ma.
Bi mezinbûna êrîşên dewletê re, biryardarî û morala Sêvê jî mezin bû. Ji mirovên li derdora xwe re digot, 'Ev kar wê bi ser bikeve, berxwedan jiyan e'. Sêvê du roj beriya bê qetilkirin di sohbetke bi hevalan re bi rûkenî got, 'Eger ez li vir bimirim, min li Zozanên Feraşînê veşêrin'. Bi rûkeniya xwe re Sêvê bû sembola têkoşîna xwerêveberiyê.