BI DÎMEN

Rozerîn Kemanger: Em ê her rojê bikin roja jinan

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiyê yên KJAR'ê Rozerîn Kemangerê têkildarî 8'ê Adarê axivî û got: "Heta ku dengê jineke neazad û bindest hebe, em ê her rojê bikin roja jinan."

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiyê yên KJAR'ê Rozerîn Kemangerê têkildarî 8'ê Adarê û têkoşîna jinan a sala borî ya li rojhilatê Kurdistanê ji ANF'yê re axivî û ev tişt anîn ziman: "Em pîrozbahiyê li hemû jin û mêrên azadîxwaz dikin. Em gelek sal in tevî xebat û têkoşîna xwe vê rojê jî bi bîr tînin. Her çend niha bi awayekî berdewam li kolanan çalakî tune bin jî, lê di nav fikira gel de guherîneke baş çêbûye. Bê cudahiya dîn û netewe fikira şoreşê di nav gel de berdewam dike."

Rozerîn Kemangerê da xuyakirin ku gel êdî gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya zêrîn baş fam kiriye û dizanin ku heta jin azad nebin, civak jî azad nabe. Rozerîn Kemangerê anî ziman ku dewleta Îranê dixwaze jinan bêdeng bike û wiha pê de çû: “Di vê salê de herî zêde girtin û sêdarekirin çêbû. Zêdetirî 800 kes hatin sêdarekirin ku ev yek li gorî salên borî rêjeyeke pir bilind e. Piraniya kesên sêdarekirî jin bûn. Ji ber ku dewleta Îranê dixwaze heyfa xwe ji civakê hilîne û gava ku civakê dengê xwe kir jî, wan bi zîndanan bêdeng bike. Lê belê ev yek bi ser neket. Bo nimûne her çend Zeyneb Celaliyan di zîndanê de be jî, lê wê zîndan kiriye cihê têkoşîn û berxwedanê.”

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasiyê yên KJAR'ê Rozerîn Kemanger der barê xebat û têkoşîna KJAR'ê de jî axivî û wiha got: "KJAR xebat û têkoşîna xwe didomîne. Têkoşîna herî bi bandor konferansa ku hemû jin bê cudahî li hev kom kir û jin bi hev re têkilî danî. Bi fikira me divê em xwe rêxistin bikin û şoreşê bidomînin. Heta ku jineke neazad hebe, 8'ê Adarê wê berdewam hebe; heta ku dengê jineke bêdengkirî hebe, em ê her rojê bikin 8'ê Adarê."