Ronahî: Em ê deynê xwe bi têkoşîneke bênavber bidin
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser dilsoziya xwe ya bi bîranîna Sema Yuce û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê û got, "Em ê bi têkoşîneke bênavber deynê xwe bidin."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî bal kişand ser dilsoziya xwe ya bi bîranîna Sema Yuce û hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê û got, "Em ê bi têkoşîneke bênavber deynê xwe bidin."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî, di 18. salvegera bîranîna Sema Yuce de bê wateya vê çalakiya ji bo têkoşîna azadiya Kurd û nasnameya jina azad çi ye, ji ajansa me re nirxand. Ronahî diyar kir ku ev çalakiya ku Sema Yuce di şertên girtîgehê de li dar xistiye destpêka pêvajoyek nû ye, di şexsê Sema Yuce de bi bîranîna tevahî şehîdên azadiyê dest bi axaftina xwe kir. Ronahî axaftina xwe wiha domand: “Di vê merheleyê de hem ji derve hem jî hundir, li dijî Rêbertiya me, Tevgera me, li dijî gelê Kurd û bi taybet li hember kadroyên di girtîgehan de dijmin xwest konseptek şer pêş bixe. Dijmin hewl da vê bispêre kadroyan, ji nasnameya PKK’ê dûr bixe, bêkesayet bike û ji armancan qut bike. Li dijî vî şerê taybet, hevala Sema bû xwedî sekn û têkoşînek pir girîng. Di heman demê de çalakiya hevala Sema li dijî kesên ku girtî ne, lê ne di ferqê de ne ku bê çima ketine girtîgehê hate lidarxistin.”
‘JI 8’Ê HETA 21’Ê ADARÊ EZ DIXWAZIM BIBIN PIREK JI AGIR’
Ronahî gotina Sema Yuce a li dijî êrîşên li hember Rêberê Gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê gotibû ‘Çawa li asîman du roj nînin, li ser erdê jî du navendên îdeolojîk nabin. Navendek îdeolojîk heye” bi bîr xist, wiha axivî: “Hevaleke ku hedef û armanca xwe net kiribû, li ser esasê wê hedef û armancê jî çalakiya xwe li dar xist. Di nameyên xwe de jî vê dibêje; ‘Eger ne li girtîgehê, di şert û mercên cuda de bûma. Min gelekî dixwest wek di tarzê hevrê Zîlan de xwe di mejiyê dijmin de biteqînim.’ Dema hevala Sema îdeolojiya rizgariya jinê ya ku Rêbertiya me 8’ê Adarê de îlan kir bihîst, ew dem bû dema xwebûnê, dema rafînebûyinê. Ji ber wê jî dibêje, ‘Ji 8’ê heta 21’ê Adarê ez dixwazim bibim pirek ji agir.’ Eger em li ser kûrahiya vê rawestin, em ê karibin bibînin ku wek jinekê peyamek berfireh tê de heye. Li vir hevparbûna bi berxwedanên dîrokî, berxwedanên Kurdistanê re pir girîng e. Milekî gerdûnî yê 8’ê Adarê, 21’ê Adarê jî ji aliyê gelên Rojhilata Navîn xwedî wateyek pir girîng e. Lewre, ji ber berxwedana tevgera jinê ya di asta gerdûnî de û berxwedana Newrozê ya gelên Rojhilata Navîn digihîne hev, xwedî wateyek dîrokî ye.”
‘HER TIM BI KESAYETA XWE RE ŞER DIKIR’
Elîf Ronahî got Sema Yuce herî zêde ji Leyla Qasim bandor bibû, wiha pê de çû: “Keseke dixwest bibe wek Leyla Qasim, dixwest wê binase û bi nasîna wê jî biryara xwe da, tevlî refên têkoşînê bû. Bi hebûna xwe, moral û hêza fikrandina serbixwe ve qadên ku diçûyê bi awayekî xurt bandor dikir. Hevala Sema heta ku nakokiyên xwe çareser nekiribana nikarîbû bi rehetî bijiya. Dema em nakokiyekê bibînin an jî pirsgirêkekê binirxînin, dibe em ser gav bikin an jî pê re bijîn. Lê, hevala Sema heta ku mijarê çareser nekiriba dest jê bernedida. Her tim bi kesayeta xwe re şer dikir. Dema van derbas dikir, hinekî aram dibû, li ser vê jî xwe digîhand hêzek mezin a hilberîna îdeolojîk.”
‘DIVÊ EM DI XETA HEVAL SEMA DE BIN’
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî diyar kir ku di nav bi hezaran kadroyên di tevgera jinê de heta niha pir kêm hevalên jin hene ku jinê di milê dîrokî, civakî, rojane û îdeolojîk de, li gor vê bi kûranî binirxîne hene, asta kûrbûna Sema Yuce ya îdeolojîk bi van hevokan anî ziman: “Di nameya ji bo YAJK’ê ji hevalên jin re nivîsî de behsa pêwîstiya mezinkirin, parastin û sazîkirina YAJK’ê dike. Diyar dike ku pêwîst e wek jin bibin şervanên hedefên mezin. Ji bo xwedî perspektîfek dîrokî ye. Hevala sema wek jinekê vê heta hestiyên xwe hîs dike; eger rêxistinbûyinek jinê nînbe, sazîbûn bi taybet jî 5 pîvanên wê yên îdeolojiya rizgariya jinê xwe praktîze neke, li dijî sîstema 5 hezar salan a zilam serwer wê nikaribe tevgerek alternatîf a jinê ava bibe. Hevala Sema di wê pêvajoyê de vê baş dît, analîz kir û di têgihiştina vê de çalakiya xwe li dar xist. Eger hevala Sema ne di vê astê de bûna, çalakiya wisa di şertên girtîgehê de nedihat lidarxistin. Niha tevahî hevalên me yên jinên ên girtî, divê yek bi yek hevala Sema lêbikolin, bixwînin. Jiyana li ser xeta hevala Sema; em li kû dibin bila bibin, esasgirtina perspektîfa wê ya mezinkirina Tevgera Jinê ye. Ev ji bo me wasiyetek e.”
‘MÊRÊ AZAD HEVALÊ FÎKRÎ BAYGELDÎ YE’
Ronahî têkîldarî nameya Fîkrî Baygeldî yê ku di şertên girtîgehê de bersiv da çalakiya Sema Yuce, got: “Hevalê Fîkrî di nameya xwe de dibêje, ‘Sema fermandara min e, jina Kurd fermandara min e. Min talîmata xwe ji fermandara xwe girt û wek şervanekî ez ê pêwîstiyan bi cih bînim.’ Li ser vî esasî ji bo mêrê Kurd û bi taybet hevalên me yên di têkoşînê de, bersiva bi çalakiyê ya ku hevalê Fîkrî Baygeldî da hevala Sema, xetek e. Mêrê azad kî ye? Ev di jiyan û çalakiya xwe de hevalê Fîkrî Baygeldî ye. Ji bo wî wek Tevgera Jinê, di kongreya xwe ya yekem a partîbûnê de me hevalê Fîkrî Baygeldî kir yekemîn endamê partiya xwe. Beriya me jî yê endamê partiya jinê ye hevalê Fîkrî Baygeldî ye. Ji ber nêzîkatiya wî ya jinê, azadiya jinê û hevrêtiya wî ya rast a bi jinê, endamê yekem ê partiya jinê hevalê Fîkrî ye. Dema mirov li her du hevalan dinêre, mirov dikare bêje di agirê temîrê yê Kurdan de jin, wê xwe ji xweliyên xwe bafirîne, dîsa hebûna gelê Kurd pêk bîne.”
‘JI BO EM DEYNÊ XWE BIDIN EM Ê LI HER QADÊ TÊBIKOŞIN’
Elîf Ronahî destnîşan kir ku wek gotina Sema Yuce, ‘Di agirê bi xwelî yên Kurdan de, jinê hem xwe ji xweliyên xwe afirand, hem jî têkoşîn civakî kir’ tevahî gotinên Sema Yuce ji bo jina Kurd wasiyet in, herî dawî ev gotin: “Hevala Sema her tim ji bom e wek hevala Zîlan, Hevala Berîtan di têkoşîna me de cewherî ye û di wê xetê de zindî ye. Eger îro li Rojhilata Navîn di milên îdeolojîk, civakî, leşkerî de Tevgerek Jina Kurd a xwe îspat kiriye hebe, encamên van nirxên azadiyê û xeta wê ne. Di jiyana xwe ya ji bo em deynê xwe yê hevala Sema û tevahî nirxên azadiyê bidin de em ê bênavber têbikoşin. Me di astek girîng de jî vê serxist. Dema em vê mayinde bikin, em ê karibin hevrêtiya hevala Sema heq bikin. Û em ê bibin xwedî meşek wisa. Li ser vî esasî di şexsê hevala Sema de em tevahî hevalên xwe yên şehîd bi bîr tînin û soza serkeftinê ya me daye şehîdan careke din nû dikim.”