Ronahî: Divê jin di nava rêxistinbûyîna sîwanî de bicivin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî destnîşan kir ku xwe parastin ji bo her jinê pêwîst e û anî ziman ku divê jin bi pîvanên hevpar re rêxistinbûyîneke sîwanî bi afirînin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Elîf Ronahî di mijara rêxistinbûyîna jinê de bal kişand ser girîngiya xwe parastinê. Ronahî destnîşa kir ku di serî de jin, divê tevahiya gelê Kurd parastina xwe, xurt bikin.

'DIVÊ BALA HER KESÎ LI SER AZADIYA RÊBERÊ ME BE'

Ronahî, li hemberî êrîşên leşkerî û siyasî yên dewleta Tirk bal kişand ser xurtkirina xwe parastina gel û jinên Kurd û destnîşan kir ku gelê Kurd xwedî xwe parastineke ji têkoşîna çil salan e. Ronahî diyar kir ku girîng e gel nerazîbûnê nîşanî koalîsyona şer bide û ev nirxandin kir:

"Li çar aliyên Kurdistanê hêzên xwe parastinê yên Kurdan hene. Divê gelê me vê pêvajoyê ji nêz ve bişopîne û têkoşîna xwe ya siyasî mezin bike. Ji bo koalîsyoneke şer dernekeve holê, girîng e HDP giraniyê bide ser têkoşîna siyasî û li hemberî van qewimînan helwesteke xurt û bi bandor nîşan bide. Pêwîste pêşî li koalîsyona şer bigire. Mezinkirina têkoşîna siyasî jî şêweyek ji xwe parastinê ye. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber me divê gelê me bi awayekî topyekûn têbikoşe. Lê divê ev têkoşîn têkoşîneke rêxistinbûyî be. Tê zanîn, dema mijar jiyana Rêberê me be, tişekî ku tevgera me û gelê me feda neke, nîne. Ji 7 heta heftê salî divê bala her kesî li ser azadiya Rêberê me be. Li dijî êrîşan hem wê têkoşîna siyasî bimeşîne û xwe biparêze, hem jî wê li qada herêmî hêza xwe parastinê bi rêxistin û xurt bike. Girîng e ev gel bi van ferzên lê tê kirin nejî. Gelê me jî jinên me jî pêvajoyê baş dişopînin û dizanin li ku derê çi divê were kirin."

'RÊXISTINBÛYîNA JINÊ WÊ CESARETA ÊRÎŞÊ YA MÊR BIŞIKÎNE'

Ronahî da xuyakirin ku mîna her ruhberî mirov jî divê parastina xwe bike û destnîşan kir ku jinên nerêxistinkirî divê xwe bi rêxistin bikin û xwe biparêzin. Ronahî got, "Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, jin neçar in xwe biparêzin. DAIŞ'ê ev rastî nîşanî me da. Hêzên hegemonîk, heta planên xwe bi ser bixînin wê serî li her rê û rêbazê bidin. Jin neçar in ji her alî ve xwe zane bikin û xwe parastinê xurt bikin. Mînak; li taxekê eger li dijî jinekê êrîşek were kirin, dema jinên li wê taxê hemû li hev bicivin, xwe bi rêxistin bikin, wê pêşî li van êrîşan bigirin. Ev yek wê cesareta êrîşê ya mêr bişikîne. Divê em di destpêkê de zane, rêxistinbûyî bin û zanibin çi bikin. Niha li çar aliyên Kurdistanê jin perwerdeyên xwe parastinê dibînin. Jinên ji gelên din ên li Rojhilata Navîn jî dixwazin ji me xwe parastinê hîn bibin. Em jî bi vê têgihiştinê giraniyê didin xebatên xwe parastinê. Em nabêjin bila jin di nava civakê de rahêjin çekê, parastina xwe bi çekê bikin. Ji xwe hêza parastinê ya çekdar YJA STAR heye."

'DIVÊ RÊXISTINBÛYÎNA ME HEMÛ JINAN VEHEWÎNE'

Ronahî da zanîn ku jinên Kurd xwedî dîrokeke girîng a têkoşînê ye û bal kişand ser pêwîstiya rêxistinbûyîna hevpar a sîwanî. Ronahî diyar kir ku girîng e KJA hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê jinan di nava xwe de bi rêxistin bike û got, "Jin ji aliyê rêxistinbûyînê ve hestyar in û têdikoş in. Ji bo ev yek were xurtkirin, pêwîstî bi van heye. Ji bo di nava KJA de hemû jinên ji ol û etnîkên cuda yên li Tirkieyyê bên temsîlkirin, hîn bêhtir hewldan bên nîşandan. Eger ji aliyê rêxistinên jinan ên Tirkiyeyî ve rêxistinbûyînek dernekeve holê, wê hevkarî jî dernekeve holê. Divê jin bi rêxistinbûyînên xwe, bi cihêrengiyên xwe re, rêxistinbûyîneke sîwanî biafirînin. Lewma divê ne Kurd tevlî jinên Tirkiyeyî bibin, ne jî jinên Tirkiyeyî tevlî jinên Kurd bibin. Lê belê di çarçoveya berjewendiyên hevpar de divê bi cihêrengiya xwe re rêxistinbûyîneke sîwanî were avakirin. Hebûn têrê nake, girîng e hebûn bê watedarkirin û parastin. Jiyana nû, li pêşberî sîstema heyî rêxistinbûyînê ferz dike. Her têkoşîna jinek di nava xwe de dimeşîne gelekî watedar e, lê belê bi tena serê xwe nayê ti wateyê. Kengî rêxistinbûyîn pêk hat hingî herdemî çêdibe û di dema herî nêz de hêza çareseriyê derdikeve holê. Lê belê şertê destpêkê yê vê rêxistinbûyîn e. Ev çiqasî bi pêş bikevin, hingî rêxistinbûyîna jiyana nû bi pêş dikeve."

'PÊWÎSTE JIN DI PÎVANÊN HEVPAR DE BICIVIN'

Ronahî bal kişand ser cihêrengiya zîhniyeta jinê bi xwe re bîne û anî ziman ku divê destûra bingehîn a nû bi zîhniyeta jinê were nirxandin. Ronahî got, "Em daxuyaniya parlamenterên jin ên HDP'ê gelekî girîng dibînin. Lê belê divê qîma xwe bi tenê bi vê re nînin. Pêwîste têkoşîna aktîf a vê yekê li meclîsê were meşandin. Jinên li derveyî partiyan li hev bicivin, dikarin roleke cuda bilîzin. Ev yek jî bi hevparbûyîna pîvanî dibe. Mînak; jinên di nava MHP'ê de cih digirin, nêrîn û îdeolojiya wan diyar e. Lê belê li derveyî vê nêrînê, dikarin ji aliyê jinbûyîna xwe ve hevkariyê bikin. Ev rastî ji bo jinên di nava AKP û CHP'ê de cih digirin jî derbas dibe. Divê têgihiştina 'yek ziman', 'yek milet', 'yek al', 'yek ol' bê terikandin. Jinek di nava kîjan partiyê de dibe bila bibe divê van her çar esasan red bike. HDP'ê cihêrengî li hev civand û cudahiyek derxist holê. Ji bo jin li hev kom bibin gelek sedem hene. Ji bo pêşîgirtina li fûhûşê, gelo kîjan jin dikare tevlî rêxistinbûyînê nebe? Kîjan jin dikare fûhûşa bi jinê tê kirin qebûl bike? Di rêxistinbûyîna li hemberî vê de, jinên li nava partiyên din jî dikarin cih bigirin."

'GIRÎNG E GELÊ ME XWE BIKE XELEKA JI AGIR'

Ronahî di dawiya nirxandina xwe de bang li jinên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî jinên Kurd kir. Ronahî anî ziman ku ji aliyê gelê Kurd ve pêvajoyeke xwedî firsendên dîrokê li holê ye û diyar kir ku tevî rewşa dîrokî, di heman demê de pêvajoyeke krîtîk e. Ronahî ev bang kir:

"Em zanin ku gelê me bi taybetî jî jinên Kurd vê pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Ez ji vê bawer dikim; çawa ku di dema dîlgirtina Rêberê me bi komployeke navneteweyî re jinên Kurd û gelê Kurd xwe li dora Rêberê me kirin xelekek ji agir, divê îro jî vê bikin. Pêwîste zanibin jiyana Rêberê me di xeteriyê de ye û bi vê têgihiştinê tevbigerin. Lewma ji vir û pê ve divê têkoşîneke topyekûn were meşandin. Girîng e di têkoşîna siyasî, demokratîkbûyîna civakê û aktîfbûyîna serhildanan de bê dîtin ku Rêberê me di nava xeteriyê de ye, lewma têkoşîn di asta herî bilind de were meşandin. Weke rêxistin haya me ji vê pêvajoyê heye. Em gelekî baş dixwînin, dinirxînin û ji bo xeteriyan beralî bikin em ê bê şik û bê guman têkoşîna xwe di her astê de bimeşînin. Divê gelê me û jinên Kurd vê zanibin."