Rojnamevanên jin rapora 2017'an eşkere kirin

Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê, rapora sala 2017'an a li ser binpêkirina mafên mirovan ên rojnamevanên jin, eşkere kir.

Rapor li avahiya ÎHD'ê ya Amedê bi civîneke çapemeniyê ji aliyê Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Guney ve hate eşkerekirin. Guney destnîşan kir ku biryarnameyên di hukmê qanûnan de li dijî beşek ji civakê weke rêbazeke cezakirinê tê bikaranîn.

Li gorî raporê, mafên mirovan ên rojnamevanên jin ên sala 2017'an hatin binpêkirin wiha ne:

"Sala 2017'an li gelemperiya Tirkiyeyê 52 rojnamevanên jin di dema şopandina nûçeyê de ya jî li mala xwe di serdegirtinê de hatin binçavkirin.

9 rojnamevanên jin hatin girtin.

Nûjiyan Erhan jî di nav de 6 rojnamevanên jin di demên cuda de dema bi karê xwe radibûn hatin kuştin.

Li 26 rojnamevanên jin, ji ber rojnamevantiyê ya jî piştgiriya bi rojnamevanan doz hate vekirin.

Li 6 rojnamevanên jin ji salek û sê mehan heta 7 salan cezayê girtîgehê hate birîn.

Bi hinceta Rewşa Awarte qerta ser a çapemeniyê ya 2 rojnamevanên jin hate betalkirin.

10 rojnamevanên jin di dema binçavkirinê de ya jî li emniyetê bûn hedefa şîdeta polîsan.

Di dema şopandina nûçeyê de mêran gef li rojnamevanên jin xwarin û êrîşî wan kirin.

Yekemîn rojnameya înternetê ya jinan a Tirkiyeyê Gazete Şûjin jî di nav de 35 saziyên çapemeniyê bi biryarnameyan hatin girtin.

25 rojnamevan ji kar hatin derxistin, gelek rojnamevanên jin li saziyên lê dixebitin rastî pêkanîna mobbîngê hatin."