Rojbûna Ocalan li Dusseldorfê hat pîrozkirin
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi pêşengiya komunên jinan ên li Dusseldorf, Krefeld û Neussê, 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê yên li Kurdistan û cîhanê, ji berdevkên YJK-Elmanya Ayten Aslaner li vir axivî. Aslaner berxwedanên xwerêveberiyê silav kir û got, "4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd tê wateya ji nû ve vejînê. Lewma ji bo me jinan jî rojbûn e."
Piştî axaftinan, li analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî pirsgirêka jinê hat temaşekirin. Piştre pasta rojbûna 67. hat birîn.
Di pîrozbahiyê de Hozan Lokman derket ser dikê û li ber stranên wî govend hat gerandin.