Roja dayikan li Erîvanê hate pîrozkirin
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê îro bi civînek li ofîsa Kurdistan Komîte roja dayikan hate pîrozkirin.
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê îro bi civînek li ofîsa Kurdistan Komîte roja dayikan hate pîrozkirin.
Îro li paytexta Ermenîstan Erîvanê, bi civîneke tevlîbûna dayikên Kurd ve li ofisa Kurdistan Komîtê, Roja Dayikan hat pîrozkirin. Civîna ku piraniyên dayikan ji bajarê Erîvan, gundê Akbaran û Oktonberiya hatibûn, bi deqeyek rêzgirtina ji bo dayikên têkoşer ve li buroya Kurdistan Komîtê destpê kir.
Di civînê de Seroka Kurdistan Komîtê Jinya Qadîr axivî, bal kişand ser wate û girîngiya Roja Dayikan. Qadîr ev roj, di serî de li dayika Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li tevahiya dayikan pîroz kir û wiha got: “Vê rojê di serî de li dayika Rêber APO, li dayikên têkoşêr ên Kurdistanê, dayikên şehîdan û li dayikên gerîla, ez ji dil û can pîroz dikim. Ji ber ku van dayikan ev ked dane ku em îro dikarin bi rexistinî û kêfxweşî li vir kom bibin.” Qadîr di berdewama axaftina xwe de têkîldarî wateya rojê jî ev anîn ziman: “Dibe ev roj bi dayikên Kurd destpê nekiribin. Lê, em dikarin bi rehetî bêjin ku di vê sedsala bihurî de, dayikên me têkoşînek bêhempa dane. Ev têkoşîn ji bo şer çênebin û bi armanca aştiya gelê me û aştiya gelan tevahî bû. Li ser vî esasî ez vê roja li hemû dayikên cihanê û dayikên Kurdistanê pîroz dikim.”
Piştî axaftina Qadir, dayikan jî li ser rojê nêrîn û hestên xwe anîn ziman. Dûvre li dayikan bi minasebeta rojê poşiyên kesk, sor û zer hatin belavkirin.
Civîn bi dirûşmeyên “Bijî Roja Dayikan”, “Dayik Hêja Ne”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” ve bi dawî bû.