RJAK: Têkoşîna Sêvê, Pakîze û Fatma têkoşîna me ye

RJAK'ê der barê qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de daxuyaniyeke nivîskî weşand, komkujiya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê xwedî li têkoşîn wan derkevin.

Tevgera Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) der barê qetilkirina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên duh li navçeya Şirnex Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin de daxuyaniyek weşand û komkujî şermezar kir. RJAK'ê ev komkujiya li Silopiyayê şiband komkujiya li Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an û destnîşan kir, ku ew ê xwedî li têkoşîna van şoreşgeran derkevin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di berxwedana xwerêveberiyê ya ji bo statuya gelê me yê li Bakurê Kurdistanê de, sê neferên têkoşîna azadiya jinê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar duh ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Em, hêzên faşîst ên ku ev komkujî kirine lenet dikin, ji malbatan û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê 3 siyasetmedarên Kurd û şoreşger Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi heman rengî bi xwînxwarî hatibûn qetilkirin. Di salvegera vê komkujiyê de qetilkirina her sê jinên Kurd li Silopiyayê, mesajek hêzên dagirker li hemberî jin û gelê Kurd e. Lê belê, jinên Kurd çawa ku li dijî komkujiya li Parîsê derketin, li Kobanê û Şengalê çawa li ber xwe dan û bi xweparastinê re bersiv dan êrîşan, wê bi yekîtiya neteweyî ya li çar parçeyan û birêxistinkirina siberojên azad ên gelê Kurd re bersiv ji komkujiya li Silopiyayê re were dayîn. Wkee jinên li başûrê Kurdistanê, em têkoşîna her sê hevrêyên xwe yên jin weke têkoşîna xwe, berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me yê li Bakurê Kurdistanê weke garantiya pêşeroja azad a Kurdistanê dibînin."

RJAK'ê herî dawî bang li hemû jin, rêxistin û gelê li Başûrê Kurdistanê kir, ku xwedî li têkoşîna Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar derkevin û li cem berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê cih bigirin.