BI DÎMEN

RJAK’ê li Kerkûkê serdana rêxistinên jinan kir

RJAK’ê bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê serdana rêxistinên jinan ên li Kerkûkê kir û kulîlkên ‘Ji bo mafên jinan bi hev re dixebitin’ û pirtûka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diyarî wan kir.

Çalakî û xebatên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê berdewamin. Îro di çarçoveya çalakiyên ji bo 8’ê Adarê de, şandeyeke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê serdana rêxistinên jinan ên wek Komeleya Jinên Kurdistanê, Yekitiya Jinên Kurdistanê, Rêxistina Jinên Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê kir. Di serdanê de kulîlkên ‘Ji bo mafên jinan bi hev re dixebitin’ û pirtûka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diyarî wan kir.

Di serdanê de şanda RJAK’ê rewşa jinan bi giştî û bi taybet jinên Kerkûkê nirxand. Her wiha qala peywendî û hevahengiya di navbera rêxistinên jinan de kir û tekezî kir ku ji bo xizmeta jinan û bidestxistina mafên rewa yên jinan, dive rêxistinên jinan bi hev re bixebitin.

Hêjayî gotinê ye ku di rêze serdanên şandeya RJAK’ê de hemû rêxistinên jinan hemfikir bûn ku rêxistinên jinan beşek ji civaka vî bajarî ne û divê di pirsgirêkên ku jin rû bi rû dimînin de rola xwe bilîzin û tekezî li ser xurtkirina peywendiyan hat kirin.