RJAK bi rêya semîneran têkoşîna jinê ji gel re vedibêje
RJAK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, li navçeya Silêmaniye Çemçemalê semînerek lidar xist.
RJAK'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, li navçeya Silêmaniye Çemçemalê semînerek lidar xist.
Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinê, li navçeya Silêmaniye Çemçemalê semînerek lidar xist.
RJAK'ê ku li gelemperiya Başûrê Kurdistanê bi wesîleya 25'ê Mijdarê gelek semîner û çalakî lidar xist, li Çemçemalê jî li ser têkoşîna jinê semînerek lidar xist. Semîner li Pirtûkxaneya Dibistana Navîn Çemçemalê bi beşdariya gelek xwendekaran hat organîzekirin.
Rêvebera RJAK'ê Pervîn Hesen li vir peyivî û bal kişand ser şîdeta li Başûrê Kurdistanê li jinê tê kirin. Hesen got, "Armanca semînerên me qedandina şîdeta li dijî jinê li Başûrê Kurdistanê tê kirin e."
'DEM HATIYE EM BÊJIN; BES E'
Hesen di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zor û zehmetiyên derdikein pêşiya jinên li Başûrê Kurdistanê û anî ziman ku li hemberî neheqiya tê kirin, ji serî li xwekuştinê dide. Hesen got, "Li Başûrê Kurdistanê mixabin jin bi tenê weke xemleke malê tê dîtin. Di nava hin sînoran de tê ragirtin. Dema jinê ew sînor derbas kir, cezayê lê tê birîn, mirin e. Dem hatiye ku em ji vê re bêjin; êdî bes e. Bi qasî mêr mafê jinê jî heye. Di mijara wekheviya jin û mêr de divê em xwe zane bikin. Bi van semîran re em dixwazin têkoşîna jinê ya li gelemperiya cîhanê vebêjin. Li Başûrê Kurdistanê her roj bi dehan jin rastî şîdeta mêr tên. Ji bo pêşî li şîdetê were girtin û di navbera jin û mêr de wekhevî pêk were, em têkoşîna xwe ji we re radigihînin. Di vî warî de bi zanebûnê û têkoşîneke hevpar re em dikarin li dijî şîdetê bisekinin."
Pervîn Hesen ragihand ku jin di herikîna dîrokê de her tim rastî neheqiyê hatiye, hatiye xwestin ku bi tenê weke objeyeke zayendî bê dîtin, lê belê li hemberî vê yekê berxwedaneke gelekî mezin hatiye nîşandan û got, "Jin li her qada jiyanê bi rola pêşengiyê radibin. Lê belê keda wê ji aliyê zîhniyeta mêr ve tê dizîn û ji nedîtî ve tê dîtin. Di roja me ya îro de jî ev yek bi rêbazên cuda dewam dike. Bi tenê ji aliyê zayendî ve mîsyon ji jinê re tê dayîn. Jin weke nîmetek pêşkêşî mêr hatiye kirin, tê dîtin. Li hemberî vê yekê têkoşînên gelekî mezin hene. 25'ê Mijdarê jî yek ji rojên van têkoşînan e. 25'ê Mijdarê rojeke ji rêzê hatiye ragihandin nîne. 25'ê Mijdarê roja îsyana li hemberî şîdeta li dijî jinê ye. Girîng e di vê çarçoveyê de were nirxandin. Semîner û perwerdeyên me dewam dikin. Ji bo qetilkirina jinan a li Başûrê Kurdistanê bê sekinandin, divê têkoşîn bê meşandin. Gel were zanekirin. Di vê çarçoveyê de em gelekî kêfxweşin ku ji we re têkoşîna jinê û rêbazên dijderketina li şîdetê vedibêjin."
'DIVÊ NIFŞÊN NÛ LI SER BINGEHA WEKHEVIYA JIN Û MÊR BÊ PERWERDEKIRIN'
Ji beşdarên semînerê mamosteya dîrokê Sakar Îbrahîm kêfxweşiya xwe ya ji ber semînerê anî ziman û got, "Bi rastî jî divê gelê Başûrê Kurdistanê di vî warî de zane bibe. Şîdeta li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe. Ji bo pêşî li vê were girtin, girîng e nifşê nû di çarçoveya wekheviya jin û mêr de were perwerdekirin. Girîng e ku konferans û semînerên bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê tên lidarxistin."
Ji beşdaran Sara Necmeddîn jî da xuyakirin ku divê jin li hemberî şîdeta lê tê kirin bêdeng nemîne û got, "Mixabin li Başûrê Kurdistanê jî şîdeta li hemberî jinê bi berfirehî tê meşandin. Mafê jinan tê talankirin û jin biçûk tê dîtin. Di vî warî de pêwîste jin bêhtir aktîf bin û bêdeng nemînin. Ji bo pêşî li şîdeta li dijî jinê bê girtin, perwerde û rêxistinbûyîn şert e. Divê ji di vî warî de were perwerdekirin. Bi rêxistinbûyînê re divê li hemberî komkujiyên tên serê jinan têkoşîn bê meşandin."