'Rêya me rêya berxwedan û azadiyê ye'

Gerîlayên YJA Starê, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji ANF'ê re nirxandin.

Gerîlayên YJA Starê, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji ANF'ê re nirxandin.

Gerîla Dîrok Sêrt, Sozdar Welat, Nûjîn Bilind wate û girîngiya rojê nirxandin û hestên xwe anîn ser ziman. Şervanên azadiyê di destpêka axaftina xwe de ev roj li hemû jinên cîhanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

'JI BO JIN BIBIN XWEDÎ ÎRADE EM LI QADAN E'

Dîrok Sêrt di destpêka axaftina xwe de got, "Bi pêşengtiya Rêber Apo jinên ku wekî di girtigehan de ne, jinên kole, jinên ku ji nasnameya xwe dûr çirûskeke nû li ser rêya azadiyê ji wan re hate pêxistin. Hemû jin îro azadiya xwe weke avê pêwîstî dibinîn, ji ber vê jî îro bi mîlyonan jin derdikevin kolanan û ji bo azadiya xwe diqîrîn."

Sêrt axaftina xwe wiha dewan kir: "Em li hemberî desthilatdariya zilam û ji bo îradebûna jinê li qadan e. Weke gerîlayên jin, dema em dibînin çawa jin ber bi qadên azadiyê ve dimeşin em kêfxweş dibin. Ji bo ku jin derkevin qadan me wekî jin bi hezaran jin şehîd dane. Jinên ku îro derdikevin van qadan mîrateyên van şehîdan e. Dema ku Serok rizgariya birdoziya jinê yekem car îlan kir, jinê ji tinebûnê hebûna xwe ava kir. Jin tenê ne di qada leşkerî, qadên civakî û siyasî de hebûna xwe ava kir. Li hemberî zihniyeta mêran got 'na' û di 8'ê Adarê de bîrdoziya jinê îlan kir. Hate îspatkirin ku jin ne tenê di malê, li hemû qadên jiyanê  sekna  xwe û hebûna xwe nîşan da."

Sêrt di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dewamiya berxwedanê û got "Tekoşîn wê dewam bike û nesekine. Heta jin azad bieb, wê têbikoşe. Wê jin di biharê de bi kincê xwe yên cûr bi cûr 8'ê Adarê li qadan  weke her sal pîroz bikin û ti carî ji xurtkirina tekoşînê û dijwariya ne tirsin."

PÊWÎSTIYA RÊXISTINBÛYÎNA JINÊ

Sozdar Welat da xuyakirin, ku roja 8’ê Adarê çirûskek di dîrokê de bû û bibîr xist, ku di oxira daxwaza azadiyê de li febrîqeyan bi sedan jin hatin şewitandin. Welat got, "Em li vir dibînin ku azadî tiştekî rehet nîne. Ji ber sîstemeke desthilatdar ev 5 hezar salin xwe li ser koletiya jinê ava kiriye. Ji bo vê têkoşînek dijwar pêwîste, lê ji bo karibe vê têkoşînê dewam û xurt bike pêwîste di destpêkê de xwe nas bike û weke mirovekî bi ruh û îradeya xwe bijî."

Welat axaftina xwe wiha dewam kir: "Li vir tevgera me roleke mezin lîst û têkoşînek giranbuha meşand. Dibe ku di destpêkê de wan jinan dengê xwe bilind kirin. Lê em bûne jinên ku vî dengî xurt dikin. Jina kurd karibû bibe xwedî maf, hêz û fikir lê pêwistiyê xwe birêxistinê hebû. Ev jî bi rêya felsefa serokatiya me an jî bi rêya felsefa azadiya jinê roj bi roj mezin dibû û dipijiya. Bi mînakên roja îro re ev rastî bêhtir xuya dibe. Rêxistinek weke YPJ'ê xwe li gorî pêwîstiya axa xwe ji bo parastinê ava kir û bi rêxistin kir. Li Rojavayê Kurdistanê me dît û îsbat kir ku eger were xwestin jin çeka xwe digire û şer dike li hember vê sîstema desthilatdar. Vê yekê bala jinên cîhanê kişand. Lewma tevlî şerê li Rojava bûn. Mirov dikare bêje ew çirûska li Şîkako destpê kir li Rojava bû meşeleya azadiyê. Ji ber li wir derket pêş ku jinên ciwan û dayikê me karin xwe ji bo azadiyê feda bikin."

Welat di dawiya axaftina xwe de bûyerên li Bakur nirxand û got, "Ti ferqa bûyera li Şîkago ji bûyerên li Cizîra Botan nîne. Ji ber jêrzemînên li Cizîra Botan de pir jin û bi taybet dayik hatin kuştin û şewitandin. Pir jin xwe ji bo azadiyê feda kirin. Tevî ku daxwaza wan ew bû ku jiyanek wekhev û bi nasnameyek azad bijîn. Ev jî mafê her miroveî ye. Lê desthilatdariyê ev pêşwazî ne kir. Ji ber vê yekê parastina herî xurt ew e ku em destê xwe bidin hev û ji bo azadiya xwe şer bikin. Ji ber dem dema azadiya jinê ye."

'EM DIKARIN LI CIHÊ HIQÛQÊ, EXLAQÊ CIVAKÊ BI PÊŞ BIXIN'

Nûjîn Bilind jî bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Jin piştî serhildanan û serî li hember sîstema zilamê desthilatdar hinek mafê xwe qezenc kirin. Dema mirov li rêxistinên çepgir binêrin, tê dîtin ku ji aliyê hiqûqî ve ji dewleta mafê xwe dixwazin. Lê cudahiya tevgera me di vir de em ne tenê mafê jinê ji hiqûqê dixwazin, em dixwazin jin bibe xwedî îradeyeke xurt û li nasnameya xwe xwedî derkeve."

Bilind axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî hemû têkiliya huqûqê ya bi heq û dadê re fonksiyona wê ya bingehîn ew e ku desthilatdariya dewletê bêhtir xurt bike û her biçe qada civakî tengtir bike. Ji ber vê yekê di tevgera azadiyê em dikarin li cihê huqûqê exlaqa civakê pêş bixin, yanî çawa civak di neolotîkê dimeşiya bi rengekî xwezayî her mirovek erkê xwe nas bike. Gava ev wisa be bi vî rengî civakek wekhev û jin xwe di wê civakê de dikare bi nasnameya xwe ya azad bijî."

Bilind di dawiya axaftina xwe de ev mesaj da jinan, "Divê hemû jinên cihanê li hemberî modernîta kapîtalîst bibin yek dest û têkoşîn bikin. Divê jin bi rengê xwe, bi îradeya xwe di qada leşkerî, siyasî û di milê civakî de cîh bigre û xwe pêşbixe. Ev jî ji bo jina rûmeteke mezin e. Ev deriyê azadiyê ye û rêka azadiyê ye.  Ez bawerim jin wê têkoşîna vê yekê jî bidin meşandin. Em di nava têkoşîna jinan de vê yekê dibînin.