Rêxistinên Jinan: Divê wekîlên HDP’ê bi bayê bezê serbest werin berdan

Rêxistinên jinan bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku niha dema ew deme ku li HDP’ê û wekîlên jin ên HDP’ê xwedî derbikevin û banga berfirehkirina hevgiriyê kirin.

Têkildarî girtina hevserok û wekîlên HDP’ê rêxistinên jinan ên wekî Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropa, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropa, Yenî Kadin, Tevgera Jinên Kurd a Ewropa, Tevgera Jina Kurd a Elmanya, Federasyona Jin a Elewî ya Demokratîk, Meclîsa Jinên Êzîdî, Buroya Jinê ya Cenî bi daxuyaniyeke hevpar qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê ya bi pêşengiya Erdogan pêk tê şermezar kirin û li dijî faşîzma Erdogan û AKP’ê banga berxwedan, têkoşîn û hevgiriyê kirin.

Di daxuyaniya hevpar a rêxistina jinan de hate gotin: ‘’Hêrs û kîna me mezin e! Niha dema wê ye ku em xwedî li têkoşîna HDP’ê û wekîlên wê yên jin derbikevin ku li dijî pergala zilamserweriyê têdikoşin û dema hevgiriya enternasyonal e. Em vê hevgiriyê geş û gur bikin!

Em bang li hemû jinên kedkar û gelê xwe dikin, di şexsê hevserokên HDP’ê Yuksekdag û Demîrtaş de, ji bo bo hemû wekîlên HDP’ê serbest werin berdan, derkevin kuçe û kolanan’’