Rêxistina Efûyê: Bi deh hezaran wesayîtên jinan hatin desteserkirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek weşand û ragihand ku li Îranê li dijî jinan ‘çavdêriya berfireh’ heye û bi qanûna ferzkirina turbanê re bi deh hezaran wesayîtên jinan hatine desteserkirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe de ev yek got: “Li Îranê bi deh hezaran wesayîtên jinan ji bo ku li dijî qanûna turbanê derketine weke ceza bi awayekî kêfî hatine desteserkirin.”

Rêxistina Efûyê ev tişt jî diyar kir: “Yên din jî hatin darizandin û cezayê qemçî yan jî girtîgehê lê hate birîn, cezayê pere lê hate birîn yan jî zorî lê hate kirin ku tevlî dersên “exlaq” bibin.

Rapor li ser esasê şahidiya bi dehan jinên li Îranê dijîn, hate amadekirin. Alîkara Dîrektora Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Dîana Eltahawy wiha got: “Rayedarên Îranê piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ji bo berxwedana li dijî turbana bi zorê bişikîne, jinan û zarokên keç timî di bin çavdêrî û kontrolê de digire û terorîze dike.”

Her wiha li gorî raporê, dema jin serê xwe nepêçin, wê ji xizmetên bankavanî, wesayîtên veguheztinê û hwd bêpar bên hiştin.