Rêveberiya Xweser 9ˊê Adarê weke betlaneya fermî îlan kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê 9’ê Adarê weke betlaneya fermî îlan kir.

Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê giştînameyek weşand.

Giştîname wiha ye:

"Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tevahî sazî û daîreyên fermî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja şemiyê (9-3-2024) dike betlaneya fermî, lê tenê daîreyên karên wan berdewamê dixwazin nakin betlane. Ev giştîname dikeve pratîkê."