REPAK: Gefa DAIŞ'ê dewam dike; divê Êzidî bên destekkirin
REPAK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya şengalê daxuyaniyek da û xwest hewldanên Êzidiyan ên ji bo xwe parastinê werin destekkirin.
REPAK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya şengalê daxuyaniyek da û xwest hewldanên Êzidiyan ên ji bo xwe parastinê werin destekkirin.
REPAK'ê bi wesîleya salvegera komkujiya şengalê daxuyaniyek da û xwest hewldanên Êzidiyan ên ji bo xwe parastinê werin destekkirin.
Navenda Têkiliyan a Jinên Kurd (REPAK) ji ber yekemîn salvegera komkujiya Şengalê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li gorî hejmarên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatine aşkerakirin di komkujiya bi 3'ê Tebaxa 2014'an re destpê kir, 5 hezar Êzidî hatin qetilkirin, 7 hezar zarokên keç û jinên Êzidî weke 'xenîmet' hatin revandin, ji aliyê çeteyan ve li bazarên koleyan hatin firotin û destnîşan kir ku her çend hin jinan xwe ji nava lepên çeteyan rizgar kiribin jî, hînê bi hezaran jin esîr tên girtin.
'PKK Û YPG'Ê JI KOMKUJIYÊ RIZGAR KIRIN'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mîna ku saziyên fermî yên navneteweyî jî di raporên xwe de destnîşan kirin, hêzên pêşpmerge yên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên li Şengalê, li pêşberî êrîşên DAIŞ'ê xwe vekişandine û gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel ên li Rojava (YPG) bi vekirina korîdora însanî di navbera Şengal û Rojava de, bi deh hezaran Êzidiyên li Çiyayê Şengalê ji komkujiyê rizgar kirine."
'ÊRÎŞÊN DAIŞ'Ê DEWAM DIKIN, DIVÊ HEWLDANÊN XWE PARASTINÊ WERIN DESTEKKIRIN'
REPAK'ê ragihand ku qirkirina Êzidiyan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û êrîşên ji bo dagirkirina Şengalê hînê dewam dikin û hat gotin, "Lê belê li hemberî vê yekê Êzidiyan xwe parastin û rêxistinbûyîna xwe afirandin û ji bo hebûna xwe li dijî her şêwe êrîşan biparêzin, li ber xwe didin. Jinên li Şengalê bi vê armancê çend roj berê konferansek lidar xistin û Meclîsa Jinên Êzidî ragihandin."
REPAK'ê da xuyakirin ku ji bo gefa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Êzidiyan ji holê bê rakirin, pêwîste hewldanên xwe birêxistinkirin û xwe parastinê yên gelên li wir werin destekirin û destûr neyê dayîn ku careke din Êzidî ji cih û warên xwe bibin.
REPAK'ê got, "Di serî de hikûmeta Elman, divê hemû hêzên navneteweyî yên di bin navê 'rehabîlîtasyonê' de Êzidî, bi taybetî jî jinên mexdûr ji welatê wan derdixînin, li şûna van projeyan, li welatê wan destekê bidin wan."
'DIVÊ QIRKIRIN BÊ NASKIRIN; BERPIRSYARIN WERIN CEZAKIRIN Û DESTEK JI ÊZIDIYAN RE BÊ DAYÎN'
REPAK'ê ev bang kir:
"Pêwîste Neteweyên Yekbûyî qirkirina fîzîkî û çandî ya çeteyên DAIŞ'ê li hemberî civata Êzidî kir, nas bike û di vî warî de gavên pêwîst biavêje.
Komkujiya Şengalê ji aliyê heyeteke navneteweyî ya serbixwe ve bi berfirehî were lêkolînkirin, berpirsyar werin tespîtkirin û darizandin.
Desteka welatên weke Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatar a ji bo DAIŞ'ê were lêkolînkirin, berpirsyar li dadgeha ceza ya navneteweyî were darizandin û li hemberî van dewletan pêkanîn werin kirin.
Di serî de Elmanya, divê dest ji polîtîkayên qutkirina jinên Êzidî ji welat û civaka xwe, bên terikandin.
Saziyên alîkariyê yên navneteweyî, ji bo civata Êzidî ya li Şengalê karibe xwe bi xwe xwedî bike, desteka pêwîst pêşkêş bikin."