Rengê Festîvala Mazlûm Dogan jinên ciwan

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, di 18. Festîvala Mazlûm Dogan de hatin gel hev. Di festîvala ku li tesîsên Sporê yên Sarcelles Nelson Mandela pêk hat, jinên Ciwanên Azad bi rengên xwe reng tevlî kirin.

Bi bandora wesîleya salvegera Şoreşa Rojava, berxwedana Kemal, Hayrî, Alî û Akîfan gelek kes tevlî festîvalê bûn. Rengê herî diyar ê festîvalê bêguman jinên ciwan bûn. Pêşketina rêxistinbûna jinên ciwan li ber çavan bû. Di tevayî aktîvîteyên mîhrîcanê de jinên ciwan peyam didan ku wê li her qada jiyanê bin û wê bi rengê xwe bijîn. Jinên Ciwan ên Azad nîşan dan ku bi hêza ji Festîvala Mazlûm Dogan werbigirin wê pêşengiya pêngava, “Xwedî Derkeve” bikin. 

...