Rejîma Îranê li Marsîlyayê hat protestokirin

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, ji bo Ferînaz Xosrewanî ya ji bo ji tecawizkariya rejîma Îranê rizgar bibe dawî li jiyana xwe anî, çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de rejîma Îranê hat protestokirin.

Li bajarê Farnsa Marsîlyayê, Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) û Ciwanên Azad duh bi xwepêşandanekê re rejîma Îranê protesto kirin. Di çalakiya li navenda bajêr de pankart û dowîzên bi zimanên Kurdî û Fransî hatin hilgirtin û rejîma Îranê hat protestokirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku Xosrewanî dengê jinên Kurd e û hat gotin, "Di paşverûtiya Rojhilata Navîn a îro de Ferînaz dengê berxwedanê yê jina Kurd e. Çawa ku li Kobanê jinên Kurd li hemberî barbariya DAIŞ'ê li ber xwe didin, Ferînazê jî li dijî her şêwe paşverûtiya rejîma Îranê li ber xwe daye. Divê em hemû xwedî li vê berxwedana bi rûmet derkevin."

...