Rejîma Îranê li Elbakê hat protestokirin
Aktîvîstên KJA li navçeya Wan Elbakê, ji bo Ferînaz Xosrewanî ku dema hewl dida ji tecawizkariya îstîxbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, çalakiyek lidar xistin.
Aktîvîstên KJA li navçeya Wan Elbakê, ji bo Ferînaz Xosrewanî ku dema hewl dida ji tecawizkariya îstîxbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, çalakiyek lidar xistin.
Aktîvîstên KJA li navçeya Wan Elbakê, ji bo Ferînaz Xosrewanî ku dema hewl dida ji tecawizkariya îstîxbarata Îranê rizgar bibe jiyana xwe ji dest da, çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de polîtîkayên tinekirinê û tecawizkariya Îranê hat protestokirin.
Aktîvîstên KJA ên li ber avahiya DBP'ê ya Navçeya Elbakê civiyan, tevî jinên DBP û HDP'yî, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek jinan daxuyaniyek dan çapemeniyê û tacîz, tecawiz û polîtîkaya şîdetê ya sîstemê şermezar kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê aktîvîsta KJA Ayşegul Ozdel ve hat xwendin de hat gotin, "Xosrewanî ji şeref û namûsa jina bi rûmet re bûye goşt û neynûk. Di çavên me de rondik, di dilê me de êş û serhildan e. Têkoşîna jinên Kurd a bi salane dewam dike, weke kevneşopiyekê didome. Ev têkoşîn çawa ku duh bi Arîn Mîrxan xwe nîşan da, îro jî bi Ferînaz Xosrewanî derket pêşberî mirovahiyê."
'HER KESÊ XWEDÎ WIJDAN DIVÊ DENGÊ XWE BILIND BIKE'
Ozdel di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku her mirovê xwedî wijdan divê ji bo Xosrewanî dengê xwe bilind bike û got, "Ferînaz Xosrewanî nasnameya şeref û namûsê ya jinên Kurd li hemberî her şêwe êrîşan parast. Ev êrîş li hemberî hemû jinan hatiye kirin. Em vê êrîşê şermezar dikin û di wijdanê mirovahiyê de mehkûm dikin."