RAJIN: Em ê bi sekna Denîz Firat li ber xwe bidin

RAJIN, rojnamevan Denîz Firat a di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî kampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û destnîşan kir ku gelê Kurd wê li dijî hewldanên qirkirinê bi seka Denîz Firat li ber xwe bide.

Ragihandina Azad a Jinan (RAJIN) bi daxuyaniyeke nivîskî rojnamevan Denîz Firat a di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî kampa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di şexsê hevrê Denîz Firat de, em hemû hevrêyên xwe yên bi lehengî li Rojava, Kobanê, Mexmûr, Şengal û Kerkûkê li dijî faşîzma DAIŞ'ê li ber xwe dan û şehîd ketin bibîr tînin û soza afirandina yekîtiya demokratîk a gelan û jiyana azad dubare dikin. Her wiha em tecrîda li ser Rêberê xwe û operasyonên leşkerî û qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê lanet dikin. Li dijî van zextên qirkirinê em ê bi sekna Denîz Firat li ber xwe bidin."

DENÎZ FIRAT BÛ XELEKA DAWÎ YA KEVNEŞOPIYÊ

RAJIN da xuyakirin ku Denîz Firat, bû xeleka dawî ya kevneşopiya afirandina çapemeniya jinan a azad a alternatîf û desnîşan kir ku Denîz Firat bi çavên rojnamevaneke şoreşger li her kêliyên jiyan û şer temaşe dikir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola Denîz Firat a di têkoşîna şoreşê de û got, "Di çapemeniya jinan a azad de ku bi salan di nav de cih girt, weke şopdara Gûrbet Eliliyan, Zeynep Erdeman, Şîlan Arasan, Zîlan Pepûleyan, Sarya Onûran di şert û mercên dijwar de li her qada têkoşînê bi ked, fedekarî û îdîayeke mezin xebitî."

'EM Ê BI BERXWEDANA XWE RE FAŞÎZMA AKP-DAIŞ'Ê HILWEŞÎNIN'

Di dewama daxuyaniya RAJIN de hat gotin, "Di Tebaxa 2014'an de ku bi hezaran Kurdistanî bi êrîşên hovane re rû bi rû bûn, ya ku ew bir mewziyên herî bilind, bêhna azadî û heqîqetê bû. Wê, ji bo zarok û hemû mirov vê rûmeta azadiyê parve bikin û bijîn, wê ji mewziyê êrîş bikişanda kamerayê. Lê belê dema faşîzma DAIŞ'ê êrîşî gel û hevalên wê kir, Wê jî weke şervaneke azadiyê li ber xwe da û şehîd ket. Vê sekna wêrekî û lehengî ya hevrê Denîz Firat a li her qada şer û jiyanê, bingeheke ruhî û zîhnî afiran ku li her qada Kurdistanê bi sedan nûçegihanên şer ên jin, derkevin holê. Şopdarên xwe afirand ku kevneşopiya çapemeniya jinan a azad ku wê ji Gûrbet Elliyan wergirtî, dewam bike."

Di daxuyaniya RAJIN de hat gotin, "Kamera û çeka wê li qadên herî bilind ên azadiyê ji aliyê hevrêyên wê yên lêgerînerên heqîqetê ve, li dijî êrîşên li hemberî gelê Kurd ji bo bibin bersiv, tên bikaranîn. Ew di nava me de ye û li qadên herî jor bêhna azadiyê dike. Em ê xeyalên wê yên nîvco mayî temam bikin û careke din destnîşan dikin ku bi şervanî û berxwedêriya xwe ya heqîqetê re, faşîzma AKP-DAIŞ'ê ya her şêwe hovîtiyê li hemberî gelê me dike, hilweşînin."