BI DÎMEN

QSD: 6 çete hatin kuştin, 2 wesayît hatin îmhakirin

QSD'ê ragihand ku di encama çalakiyên li dijî çeteyên SMO û dewleta dagirker ya 24 saetên dawî de herî kêm 6 dagirker hatin kuştin, 8 birîndar bûne û 2 wesayît jî hatin îmhakirin.

DAXUYANIYA QSD'Ê

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê di daxuyaniya xwe de bîlançoya duh (24 Çile) ya berxwedana li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Li dij êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me duh (Înê) li eniya Pira Qereqozaqê (li gundên Qelet El Necim, gundê Hoşeriyê û Girê Xwedê yên başûrê rojhilatê Minbicê) li baregehên çeteyan xistin. Bi qasî hat tesbîtkirin 6 çete hatin kuştin û 8 çete jî birîndar bûn.

Hêzên me li rojhilatê bajarê Minbicê  pergala radarê ya dagirkeran rûxand.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên xwe li ser gundên herêmê zêde kirin, li gundê Xeseq û gundê Tînayê du êrîş, li gundê Şebaniya 2 êrîş û li gundê Bîr Hisoyê jî êrîşek pêk anîn. Lê tu zerar çênebûn. Dagirkeran bi dijwarî li gundên gundên Bîr Hos, Tîne, Dîkan, Girê Sêvê û Pira Qereqozaxê bi obîsên giran, topên hawanan û moşekan topbaran kirin, li vir jî zerar çênebûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan êrîşî Girê Syriatel bikin, lê ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve hatin hedefkirin û erebeya wan a leşkerî ya "Toyota " hat rûxandin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan li eniya Dêr Hafirê êrîşî nuqteyên hêzên me bikin. Şervanên me li wan dan û kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehat zanîn. Her wiha Yekîneyên Şehîd Harûn bi çekên giran li kombûnên çeteyan xistin û erebeyek wan îmha kirin.

Bîlançoya duh a windahiyên dijmin: 6 çete hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn û 2 erebeyên wan hatin îmhakirin.”