Nîjadperestan êrîşî parlamentera Federal Gokay Akbûlût kirin

Parlamentera Federal a Elmanyayê Gokay Akbûlût ragihand ku duh bi şev di trênê de rastî heqaret û êrîşa rastgirên tundrew hatiye.

Parlamentera Federal a Die Linke ya Elmanyayê Gokay Akbûlût dema ji Heidelberg diçû Stuttgartê di trêna bilez de rastî êrîşa nîjadperestan hat. 

Gokay Akbûlût êrîşa li hemberî wê pêk hatiye li ser hesabê Instagramê yê Die Linke Mannheimê parve kir.

Gokay Akbûlût ev tişt nivîsand: “Duh bi şev rastgirên tundrew ên IC’ê de heqaret û êrîşî min kirin. Piştî çalakiyeke li Heidelbergê, bi trênê çûm Stuttgartê. Trên tijî alîgirên futbolê yên mêr bû. Ez neçar bûm ku bi çenteyên xwe di nav wan de derbas bibim. Gelek caran ez rastî tacîz û heqareta nijadî hatim. Dema ku min cihê rûniştinê dît ez pêşî rehet bûm. Komek zilam li pişt min rûniştibûn, bênavber diqîriyan, stran digotin û dirûşmên AfD’ê diqîriyan. Ji ber ku qîrina wan zêde bû min jî bi telefonê dîmenê wan kişand. Paşê zilamekî şûşeyek bîrayê avêt serê min. Gava trên nêzîkî stasyona Stuttgartê bû, min xwest ku tavilê dakevim. Ez di şokê de bûm, ez qîriyam û li polîsan geriyam. Ez li nexweşxaneyê hatim dermankirin. Birînên min ne giran in.

Li şûna ku em daxwazên rastgirên siyasî bipejirînin, êdî li dijî nijadperestî û tundrewiya rastgir helwestek zelal lazim e. Rewşa welatê me gelekî xeternak e û pêdivî bi siyaseteke cîdî heye. Divê (klûba werzîşê) VfB Stuttgart aşkere bike ka ew ê çawa bi van alîgirên rastgir ên tundrew re derkevin serî.”