Li bajarê Essen ê Elmanyayê ji bo Ronîza Mihemed a ku ji bo parastina Bendava Tişrînê di nobetê de bû û di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû li Navenda Civaka Kurd a Demokrat a Essenê çalakiya bîranînê hate lidarxistin.
Bîranîna ku gelek Kurdistanê lê amade bûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê destpê kir. Li ser navê PYD’ê Zozan Dêrik axivî û bal kişand ser komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.
Li ser navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Hecî Cemil Gultekîn axivî û li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nirxandin kir. Gultekîn bal kişan der girîngiya berxwedana li Bendava Tişrînê.
Şerzad Mihemed jî li ser navê malbata Ronîza Mihemed axivî. Şerzad Mihemed anî ziman ku gelê Kurd xwedî berxwedanek mezin e û ji bo azadiyê têkoşîna xwe didomîne û got, “Şehîdên me sedema hebûna me ne. Em bi kîjan zehmetiyan re rû bi rû bimînin jî em ê ji bo azadiya xwe têbikoşin. Em hêza xwe ji QSD û YPG, YPJ’ê digirin. Zarokên vî gelî ji bo azadiyê li ber xwe didin û em ê ti carî ji tekoşîna azadiyê paşve gav neavêjin.”
Bîranîn bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Rojava" bi dawî bû.