Qirkirina Şengalê bi çalakiyan hat şermezarkirin
Di salvegera Qirkirina Şengalê de li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Di salvegera Qirkirina Şengalê de li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Di salvegera Qirkirina Şengalê de li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
WAN
Pêkhateyên KJA'yê yên Wanê, saet di 11:00 de li Parka Jinê ya Şengalê li hev civiyan, komkujî şermezar kirin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîra nîn. Hevseroka DBP'ê ya Navçeya Îpekyolû Rojbîn Bor li vir axivî û bibîr xist ku qirkirina li Şengalê hatiye kirin ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye naskirin. Bor bal kişand ser êrîşên hovane yên li hemberî jinên Êzidî hatin kirin û destnîşan kir, ku ev qirkirin di heman demê de qirkirina jinê ye. Bor da xuyakirin, ku di serî de jinên li Şengalê, tevahiya civaka Êzidî li şûna mirin û tinebûnê, berxwedan hilbijartine û bi xweparastinê bersiv dan polîtîkayên komkujiyê yên DAIŞ'ê. Bor da zanîn, gefa DAIŞ'ê ya li ser Êzidiyan hê dewam dike û heta vê gefê ji holê rakin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
ENQERE
Pêkhateyên KJA'yê û endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê li ser banga "Me Qirkirina Êzidiyan û Qirkirina Jinê ji bîr nekirine" kincên spî li xwe kirin û çalakî lidar xistin. Di çalakiya li kolana Yukselê de Sekretera Jinê ya BES'ê Meryem Çag axivî û bibîr xist, ku beriya niha bi 2 salan DAIŞ'ê bi hezaran jinên Êzidî revand û qetil kir. Çag da xuyakirin, ku di roja îro de jî hê bi hezaran jin mîna koleyan li bazaran tên firotin. Piştre aktîvîsta KJA'yê Mizgîn Tayşan daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir, jinên Êzidî bi xweparastin û rêxistinbûyîna xwe, bûne mînak ji hemû gelên bi xeteriya qirkirinê re rû bi rû ne. Tayşan got, "Divê neyê ji bîrkirin, qirkirinên hesabê wan nehatine pirsîn, dibe ku nîşaneya rûdana qirkirinên nû bin."
STENBOL
Li ser banga Meclîsa Jinên Êzidî, li kolana Mîs a Beyoglû ya Stenbolê jinan kincê spî li xwe kirin û li hev civiyan. Endama KJA'yê Şafak Ozanli bibîr xist, ku hê zêdeyî 3 hezar jinên hatine revandin di nava lepên DAIŞ'ê de ne û got, "Li dijî DAIŞ'ê û hemû dîktatoriyan, em ê bibin yek û li ber xwe bidin." Di çalakiyê de ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya îro saet di 20:00 de li ber Lîseya Galatasarayê bê dayîn, banga tevlîbûnê hat kirin.
MERSÎN
Platforma Jinê ya Mersînê li Parka Ozgur Çocûk daxuyaniyek da çapemeniyê. Li ser navê platfromê Seroka Mala Cem a Mersînê Zeynep Kaya Çavûş daxuyanî da û bibîr xist, ku jinên Êzidî li dijî êrîşan, mirin dan pêş çavên xwe û berxwedan tercîh kirin. Piştî daxuyaniyê ji bo deqeyekê çalakiya bêdengiyê hat kirin.
RIHA
Bi pêşengiya pêkhateyên KJA'yê yên Rihayê li navenda Riha û navçeyên wê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniya li navçeya Xelfetiyê de Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Afîfe Canpolat axivî û diyar kir, ku ji bo 3'ê Tebaxê weke Roja Çalakiya Navneteweyî ya li dijî Qirkirin û Qirkirina Jinê bê qebûlkirin, ew ê li meydanan, li qada navçeteweyî têkoşîna xwe ji îro û pê ve bidomînin. Di çalakiyê de mirovên di komkujiyê de hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Pêkhateyên KJA'yê li navenda Riha, navçeyên Pirsûs, Wêranşar, Serêkaniyê, Heweng, Sêwereg, Curnê Reş û Bêrecûkê daxuyanî dan çapemeniyê û qirkirin şermezar kirin.
KOCAELÎ
Li Darica ya Kocaeliyê jî jinan kincê spî li xwe kirin û jinên li Şengalê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.