Qetilkirina 3 jinên siyasetmedar li Wanê hat protestokirin

Qetilkirina 3 jinên siyasetmedar li Wanê bi daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hat protestokirin. Di çalakiyê de parlamentera HDP’ê Tûgba Hezer axivî û diyar kir ku planên AKP’ê têk diçin û berxwedan wê bidome.

Qetilkirina sê jinên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir, bi pêşengiya KJA, DBP û HDP'ê li ber Parka Feqiyê Teyran bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Di dema dayîna daxuyaniyê de Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Çîmen Alturk, Hevserokên DBP'ê yên Bajarê Wanê Caziye Dûman û Munîr Aras, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Tûgba Hezer, Nadîr Yildirim, rêxistinên HDP û DBP'ê yên Bajar û Navçeyan, aktîvîtên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi sedan kes amade bûn. Girseya gel li vê derê wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir hilda, pankarta bi nivîsa "Wê hesab ji kujeran bê pirsîn" vekir û dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Dewlet a kujer wê hesab bide" qîriya.

Piştre girse dest bi meşê kir. Polîsên Tirk bi TOMA û panzeran pêşî li girseyê girt. Li ser vê yekê girseyê rêya Cûmhûriyetê li çûn û hatinê girt û çalakiya rûniştinê lidar xistin. Piştî demekê daxuyanî ji çapemeniyê re hat dayîn.

Di daxuyaniyê de parlementera HDP’ê a Wanê Tûgba Hezer axivî û diyar kir ku ev demeke li Kurdistanê bi destê hikûmeta AKP’ê şerekî qirêj tê meşandin. Hezer wiha pê de çû: "AKP li gorî xwe planek a hilweşînê pêk tîne. Di plana hilweşandinê de jin hedef tên girtin. Bajaran hildiweşînin. Ji wan heye ku bi van lîstikên qirêj em ê serê xwe li ber wan bitewînin. Me heta niha çawa têkoşînek birûmet da meşandine, ji niha û şûn de jî em ê li ber xwe bidin. Pêkanîna qetlîama Silopiyayê çend roj beriya salvegera komkujiya Parîsê, nîşan dide ku bi van êrîşan re têkoşîna azadiya jinê ya Kurd hedef tê girtin. Daxwaza xwerêveberiya gelê Kurd jî bi maf û meşrû ye. Heya ku em hebin, wê têkoşîna me bidome. Berxwedan jiyan e."

...