Qanûna destavêtinê li Dûîsbûrgê hate şermezarkirin
Qanûna destavêtinê ya AKP'ê, li ser banga TJK-E û Yenî Kadin li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Qanûna destavêtinê ya AKP'ê, li ser banga TJK-E û Yenî Kadin li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin.
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) û Yenî Kadin, li ber Gara Trenê ya Navendî ya Dûîsbûrgê mîtîngek hate lidarxistin.
Mîtîngê saet di 18:00 de dest pê kir û Însiyatîfa Jinên Kurd a li Dûîsbûrgê jî piştgirî da. Beşdaran di çalakiyê de dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Na ji qanûnên destavêtinê re" û "Kujer Erdogan" qîriyan.
Di çalakiyê de endama komîteya amdekar axivî û qanûna destavêtinê şermezar kir.