Komîsyona Hiqûqê ya Kongreya Jinên Azad (KJA) û Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (KHM), têkildarî jinên di demên dawî de ji ber terora AKP’ê jiyana xwe ji dest dane raporek amade kir.
Di raporê de hat diyarkirin ku hikûmeta AKP’ê beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê û piştê wê serî li êrîşên ku mafê jiyanê îxlal dike daye û “qedexeya derketina kolanan” a li Bakurê Kurdistanê hat bibîr xistin.
Di raporê de wiha hat gotin: "Li Cizîrê, Silopiya, Bismil, Nisêbîn û Farqînê ku êrîşên dewletê dijwar bûne di hevdîtinên ku me bi jinan re kirin, hat diyarkirin ku kesên di destê wan de çekên luledirêj, bi rih û dişibin DAIŞ’iyan êrîşî wan kirine. Li kolanan bi taybet bi gotinên li hember rûmet û şerefa jinan rastî êrîşan hene. Li deverên ku qedexeya derketina kolanan heye, piştî operasyonên dewletê ku li ser dîwaran nivîsên nîjadperest û cinsiyetperest hatine nivîsîn xulaseya tiştên rû dane ye.
Ji pêvajoya piştî 7’ê Hezîranê ya şîdeta dewletê li hemberî jinan zêde bûye heta îro 10 jin ji aliyê hêzên dewletê ve, 43 jin jî di encama atmosfera şer de jiyana xwe ji dest dane.”
AMED-FARQÎN
Di raporê de têkildarî jinên di encama êrîşên dewletê yên Amedê de jiyana xwe ji dest dane û dîsa êrîşên li hember jinan de ev agahî hatin parvekirin:
"Rûken Demîr (18), li Taxa Fatîh a navçeya Rezan di çalakiya protestoya qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de li ber mala xwe di gulebarana ji wesayîta zirxî hat birîndarkirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hayriye Hudaverdî (70), 2’yê Cotmeha 2015’an Hayriye Hudaverdî ya li Taxa Mescît dijî, dema ji bo piştgiriyê bide koma êrîşên li hember dewletê protesto dikir derket derve û ‘bijî aştî’ qîr qîr ji aliyê polîsên di wesayîta zirxî de hedef hat girtin. Hudaverdî ya rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeyê 4’ê Mijdarê di bûyera ku Engîn Gezîcî yê 24 salî ji aliyê tîmên taybet ve hedef hat girtin û hat qetilkirin de Îsmet Gezîcî (55) a xwest biraziyê xwe biparêze ji aliyê sekvanan ve hedef hat girtin. Gezîcî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
NISÊBÎN
Di raporê de wiha behsa bûyerên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê tê kirin:
"Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve ji 13’ê Cotmeha 2015’an ve cara sêyemîn e qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.
Selamet Yeşîlmen (45), 15’ê Mijdara 2015’an di roja sêyemîn a qedexeya derketina kolanan de dema ji hewşa mala dadiket qata jêr di encama gulebarana sekvanan de bi 6 guleyan jiyana xwe ji dest da. Yeşîlmen a dayika 5 zarokan bû li ber çavên zarokên xwe hat qetilkirin.
ŞIRNEX
Di raporê de der barê jinên hatine qetilkirin û bûyerên li Şirnexê ev agahî hatin dayîn:
“Şirnex bi salan e hem ji tevgera siyasî ya Kurd hem jî ji bo dewletê yek ji bajarên sembol e.
Zeynep Taşkin (18), roja qedexeya kolanan ji bo li bavê xwe yê li derveyî bajar bigere dema ji cîranan xwe vedigeriya, bi pitika xwe ya di himbêzê de rastî gulebaranê hat, hem bi xwe hem jî pitika wê birîndar bû. Kesên hatin alîkariyê jî rastî gulebaranê hatin û di encama birîndarbûyina van kesana de jî mudaxele nehate kirin û Zeynep jiyana xwe ji dest da. Zarokê wê Berxwedan Edîn jî hê li nexwaşxeneyê tedawî dibîne.
Maşallah Edîn (35), dema bûka wê Zeynep Taşkin û newiya wê birîndar bû ji bo alîkariyê hewl da, ji aliyê sekvanan hate kuştin. Ji ber kesên dixwestin alîkariyê bikin jî gule li ser wan hatin reşandin, ti mudaxele çênebû û di encam de jiyana xwe ji dest da.
Meryem Sune (45), dema 8’ê Îlonê 2015’an derket hewşa mala xwe bi gulebarana hêzên dewletê birîndar bû. Tevî ku ji bo ambûlans were cîranan bang li qeymeqamtî, emniyet, jenderme û 112’an kir jî du saet û nîvan ti mudaxele nehate kirin. Di encama vê de jiyana xwe ji dest da. Şeva jiyana xwe ji dest da li malê hat girtin, roja piştî wê rakirin depoya hewaya sar. Piştre jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û piştî qedexeya kolanan rabû jî hate defnkirin.
SILOPIYA
Latîfe Tûtûk (23), 28’ê Îlonê 2015’an li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Sîlopiya ya Şirnexê ji aliyê leşkeran hate qetilkirin. Latîfe Tûtûk dema ji mala xwe ya li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Sîlopiya ya Şirnexê ji bo biçe cem cîranên xwe derket derve, ji aliyê leşkerên ku xwe li lojmanên leşkerî bicihkirî hat gulebarankirin, welatiyên derdor Latîfe Tûtûk rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Sîlopiyayê. Lê tevî hemû mudaxeleyan jî Latîfe Tûtûk jiyana xwe ji dest da.
Fatma Ay (55), 31’ê Tebaxê 2015’an li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê li ser banê xaniyê xwe raza bû, Fatma Ay û zaroka wê B.O ya 14 salî, ji aliyê polîsên ku li Amîrtiya Buroya Kontrola Trafîkê ya Midûriyeta Emniyeta navçeyê hatibûn bicihkirin hatin gulebarankirin. Di encama vê gulebaranê de Fatma Ay jiyana xwe ji dest da.
Fatma Tîgît Cîn, 12’ê Mijdarê 2015’an saet nêzî 22.30’an ji Fermandariya Jenderme ya Sîlopiya Taxa Şehîd Harûn bi bombeavêjan ve hat bomberdûmankirin. Bombeyên hatin avêtin li mala Fatma Yîgît lê rûdinişt û gelek malên din ket. Ji ber parçeyê bombeavêjê dîwar kun kir û di laşê Fatma Yîgît de cit bû jiyana xwe ji dest da.”
LI PIRSÛSÊ 10, LI ENQEREYÊ 33 JIN HATIN QETILKIRIN
Di raporê de wiha hat gotin:“Bi pêvajoya “rakirina refê” ya Mûtabakata Dolmahçe ve di encama ku konsepta şer xistin meriyetê, welat bû hedefa êrîşên terora DAIŞ’ê jî.” Der barê jinên di êrîşên din de hatine qetilkirin jî ev agahî hatin dayîn:
“Di encama êrîşên terorî, 5’ê Hezîranê êrîşa Amedê, 10’ê Tirmehê Komkujiya Pirsûsê û herî dawî 10’ê Cotmehê Komkujiya Enqereyê de 149 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi sedan jî organên xwe windakirin û birîndar bûn. DAIŞ’ê li Sûriye û Kurdistanê herî zêde jin kirin hedef û di encama êrîşên wehşî de jin hatin qetilkirin.
Li Pirsûsê 10 jinên ji tevgera ciwanên welatparêz, çep- sosyalîst ên bi navê Hatîce Ezgî Sadet, Nazli Akyurek, Ferdane Ece Dînç, Îsmet Şeker, Nartan Kiliç, Ferdane Kiliç, Nazegul Boyraz, Dîlek Bozkûrt, Buşra Mete û Aydan Ezgî Şalci yên 10’ê Tirmehê 2015’an bi armanca piştevaniya şoreşa Kurdan a Kobanê ku li hember DAIŞ’ê li ber xwe didin hatibûn cem hev hatin qetilkirin. Ev êrîş li hember yekîtiya têkoşîna gelên Kurd, Tirk û Tirkiyeyê pêk hat.
Li hember mîtînga li Enqereyê ya ku 10’ê Cotmehê 2015’an gelên Tirkiyeyê dengê aştiyê bilind kirin ji aliyê DAIŞ’ê êrîş pêk hat û 33 jinên bi navê Aycan Kaya,Ayşe Denîz, Azîze Onat, Başak Sîdar Çevîk, Bedrîye Batûr, Berna Koç, Bîlgen Parlak, Dîcle Delî, Dîlan Sarikaya, Ebru Mavî, Elîf Kanlioglû, Emîne Ercan, Fatma Esen, Fatma Karabûlût, Fatma Fîlîz Batûr, Gozde Arslan, Gulbahar Aydenîz, Gulhan Elmascan, Îdîl Guneylî, Kubra Meryem Mollaoglu, Leyla Çîçek, Meryem Bûlût, Necla Dûran, Nîlgun Çevîk, Sarigul Tullu, Sevgî Oztekîn, Sevîm Sînîk, Seyhan Yaylagul Yildiz, Sezen Vûrmaz Babaturk, Şebnem Yûrtman û Şîrîn Kiliçalp hatin qetilkirin. Armanca vê êrîşê qutkirina dengê aştiyê yên gelên Tirkiyeyê bû.”
BANG LI JINÊN TIRKIYEYÎ HAT KIRIN
Di dawiya raporê jî bal hat kişandin ku di atmosfera şer de 53 jinan jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: “Di vê pêvajoya bihurî de ji bo tespîta qatilan û darazandinê ti xebatên qanûnî nehatine kirin. Em wek Komîsyona Hiqûqê ya KJA û Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya careke din dûbare dikin ku em ê şopdarê darazan bin. Û bi armanca tavilê bidawîkirina atmosfera şer a ji bo ewlehiya jiyana jinan, em bang li jinên Tirkiyeyî dikin ku bila li cem têkoşîna jinên Kurd cihê xwe bigirin.”