Polîsan nehiştin jin biçin Amedê
Jinên ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê tên kirin xwestin ji Stenbolê biçin Amedê, rastî astengiya polîsan hatin.
Jinên ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdistanê tên kirin xwestin ji Stenbolê biçin Amedê, rastî astengiya polîsan hatin.
Bi pêşengiya Hewldana Jinê ya ji bo Aştiyê re, jinan bi şiyara "Em ne alîgirê mirinê ne, em alîgirê jiyanê ne, em mafê aştî û heqîqetê dixwazin" xwestin ji Stenbolê biçin Amedê ji bo tevlî çalakiya nobede ya li Sumerparkê bibin, lê rastî astengiya polîsan hatin.
Jin ji herêma 3. a Stenbolê bi wesayîtan bi rê ketin, lê li Şîrînevlerê ji aliyê gelek polîsan ve hatin sekinandin. Polîsan jin ji wesayîtan peya kirin, kontrola GBT kirin. Lêgerîna polîsan a li nava wesayîtan dewam dike.