Polîsan êrîşî çalakiya dayikan kir

Li Amedê polîsên Tirk êrîş birin ser Dayikên Aştiyê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya nobetê kiribûn.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ku ji gelek bajarên Kurdistanê hatin Amedê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê piştî hewldana darbeyê jê agahî nayê girtin çalakî dan dastpêkirin. Parka ku wê nobet bê girtin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin û polîsan bi gefan dayik asteng kirin.

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên ji bo kampanyaya "Ez xwedî li Rêberê xwe axa xwe û azadiyê derdikevim" a bi pêşengiya KJA'yê hatiye destpêkirin, ji Amed, Sêrt, Êlih, Dîlok û Rihayê hatin Sumerparka Amedê,  bi armanca çalakiya "Nobeta azadiyê" ya 24 saetan li hev kom bûn. Polîsan park dorpêç kirin û gotin wê desturê nedin çalakiyê. Dayikan li gel gefên polîsan bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp û Dîlek Ocalan daxuyanî dan.

OCALAN DI NAVA ÇAR DÎWARAN DE TÊDIKOŞE

Li ser navê dayikan Habîbe Dişkaya axivî û diyar kir ku ji Ocalan agahî nayê girtin. Dişkaya anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan wan dixe fikaran. Dişkaya wiha got: "Ocalan di nava çar dîwaran de têdikoşe. Em ê wekî dayîk di rêya wî de heta dawiyê têkoşîna aştiyê bidomînin."

Dema ku Dişkaya daxivî polîsan mudaxale kirin û bi gotina "evqas bes e" kamera û wêne asteng kirin. Dayikan bi tîlîliyan ve nerazîbûnên xwe nîşan dan û dirûşmên "Bijî Serok Apo" "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.