Polîsan çalakiya jinan li dijî ‘Qetlîama Parîsê’ asteng kirin
Polîsên Tirk rê nedan jinên ku xwestin li pêşiya seferataneya Fransayê qetlîama Parîsê şermezar bikin.
Polîsên Tirk rê nedan jinên ku xwestin li pêşiya seferataneya Fransayê qetlîama Parîsê şermezar bikin.
Çalakiyên li dijî doza her 3 jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku di 9’ê Çile 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin, didomin.
Ji ber ku ev doza her 3 jinên şorêşger hat girtin, jinan xwestin pêşiya avahiya seferatxaneya Fransayê çalakiyek a şermezarkirinê li dar bixin, lê polîsan rê neda jinan û çalakî asteng kir.
Jinên ku bertek nîşanê dorpêçkirina polîsan dan, ji qada Taksîmê hatin dûrxistin.